Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistana Seûdî gef ji rejîma Îranê xwerin

14:04 - 3 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Di civîna Wezîrên Derve ên Encumena Hevkarî a Welatên kendav ê de, Erebistana Seûdî gef ji rejîma Îranê xwerin ku ji vê yekê pêtir nikare gefên rejîma Îranê li ser welatên Erebî qebûl bike.


Şazade Nayif, Endamên Heyeta Seûdî di civîna Wezîrên Derve ên Encumena Hevkarî a Welatên Kendavê de pêdagirî kir ku her xesarek ji her welatek Erebî bikeve, gişt welatên din ên encumenê zirarmend dibin.

Navbirî rejîma Îranê bi destêwerdan di kar û barên Behrînê de û dagîrkirina sê dorgeyên Êmaratê tometbar kir û hewlên Îranê di vê derheqê de mehkûm kirirn.
Pirsgirêka navbera rejîma Îranê û welatên Erebî de piştî piştevaniya rejîma Îranê ji meşên nerazîtiyê ên Şîeyên Behrînê û sefera Ehmedînijad bo sê dorgeyên “Ebomûsa”, “Tomba Biçûk” û “Tomba Mezin” pêtir bû.

Îmarat wan sê dorgeyan bi ên xwe dizane û Îran jî dibêje di dirêjahiya dêrokê de ew sê dorge axa Îranê bûne.