Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa ser Îranê, senaryoya herî bilez û berdest a Pintagonê

20:39 - 7 Gulan 2012

Ji Farsî: Agirî
Rojnameya Waşîngton Taymzê li hejmara xwe ya du rojan berî niha de nivîsek weşand ku têde eşkere dike artêşa Amerîka mijûlê nirxandin û guhertina pilanên xwe ên şerr, hevterîb li gel nexşerê û rênimayî ên leşkerî ên pênasekirî ji aliyê serkomarê Amerîkayê ye. Li gor vê rojnameyê, amadegî û xweberhev kirin ji bo operasiyonek leşkirî li dijî Îranê, ji senaryoyên herî berdest û bilez ên wezareta Berevaniya Amerîkayê tê hesibandin.

Rojnameya han ji zarê çavkaniyên haydar dide zanîn ku artêşa Amerîkayê li ser vê bawerê ye ku dikare li midehê kêmtir ji sê heftiyan de ji riya êrîşên esmanî û deryayî ve hêzên leşkirî ên Îranê jinav bibe. Mifah standin ji vebijêrkek weha, reaksiyon û dijkiryarek dibe bi êrîşa Komara Îslamî bo ser gemiyên Amerîkayî yan navnetewî li Xelîcê yan jî hewlek rejîmê bona daxistina gewrî û tengava Hurmuzê ku ji riya wê ve pênc yeka çavkaniyên neftî ên cîhanê ji bo bazarên navnetewî tê veguhastin.

Waşîngton Taymzê zêde kiriye ku Amerîka bi awayek gav bi gav hêzên leşkirî ên xwe li Xelîcê de bihêz dike. Amerîkayê du gemiyên şerr ên xwe (Abraham Lînkoln û Întir Pirayz) li xelîcê de cihgîr kirine û herweha bi hejmara gemiyên Mayîn mandel ker û balafirên xwe jî her ku diçe zêdetir dike.

Heftiya derbasbûyî jî çavkaniyên leşkirî li Amerîkayê de eşkere kirin ku wî welatî hejmarek ji balafirên herî pêşketî û modern ên xwe ji corê F-22 li Îmaratê de cihgîr kirine. Serheng Taylêr, berdevkê fermanderiya artêşa Amerîkayê li deverê de ragihandiye ku: Herçiqas ku êrîşa leşkirî li dijî Îranê li destûr kara artêşa Amerîkayê de nine, lê hêzên nîzamî ên Amerîkayê li jêr fermana Pintagon û Koşka Sipî de amadeyê ber bi rû bûna bi her egerekê li deverê de ne.

Waşîngton Taymz her weha dinivîse ku artêşa Amerîkayê dê li hemberî egera dagîrkirina Koreya Başûr ji aliyê Koreya Bakûr ve wê ji hêza esmanî û gemiyên şerr ên xwe li deverê de mifahê bistîne û ber bi rû bûna erdî jî wê bixe stûyê hêzên Koreya Bakûr.

Li nexşe riya leşkirî a Amerîkayê demifahstandin ji hêza erdî di şerrên giran û mezin de pêgehek taybetî heye. Lewma niha şûn de Artêşa Amerîkayê dê ji hevalbendên xwe bixwaze ku encama operasiyonên erdî bigrin stûyê xwe, li halekê de ku hêzên esmanî û deryayî ên Amerîkayê wê êrîşên hevpar dê bişopînîn û serperistî bikin.

Li gor rojnameya Waşîngton Taymzê, serkomarê Amerîkayê li Januariya derbasbûyî de nexşeriya leşkirî a Amerîkayê li Xelîc û iqyanûsa Aram de li 8 rûpelan de xistiye ber destê arteşê. Ew nexşerê tekez li ser mifahstandin ji yekîneyên biçûk û bilez ên hêza esmanî û deryayî a Amerîkayê dike.