Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erteşa Azad a Sûriyê Jeneralek Rûsî li Şamê kuşt

16:14 - 8 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Erteşa Azad a Sûriyê îro Çarşemî ragihand ku wan di operasyonek serkevtî de Jeneralek payebilid yê Rûsiyê tevî wrgêrê wî kuştine. Li gor vê daxuyaniyê Rûsiyê alîkarê rejîma Esed di tepeseriya xelkê de ye.


Li gor rapora “Elerebiye”, Erteşa Azad a Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku “Jeneral Wiladînmîr Pêtrowîç Kociyo” Şêvirmendê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsiyê û herweha Şêvirmendê Seokê Navenda Hevpar a Erteşa wî welatî bi destên Erteşa Azad a Sûriyê hat kuştin.
Li gor rapora han, Erteşa Azad a Sûriyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di wê pevçûnê de destên wan bi fakter û xirîteyên girîng re gihîştiye ku pîlanên rejîmê ji bo operasyonên li dijî Erteşa Azad a Sûriyê û dijberan nîşan dide.
Bi gotina Ereteşa Azad a Sûriyê, operasyona han di demekê de bûye ku karwanek hêzên nîzamî ên parêzerên wî Jeneralê Rûsî destrêja paygehek Erteşa Azad kirine ku kiryara han dijkiryara Erteşa Azad jê çêbû û bû seba kuştina Jeneral Pêtrowîç û Ehmed Eyq wergêr û çend kes ji parêzerên wî.
Berbi 67’mîn salvegerî damezirandina PDK Îranê