Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eva ku naheje, tenê wijdana berpirsan e

15:01 - 23 Tebax 2012

Îlham Çayçî

Erdheja wêrankere 6.2 rîştêrî a roja Şemî, 26’ê Gelawêjê, li herêmên Eher, Herîs û Werzeqanê li Parêzgeha Azerbayicanê, xelkê Îranê xembar û kovandar kir. Li gor nûçe û agahiyên şahidên bûyerê, xelkê vê deverê di rewşek pir dijwar de bûne û bi taybetî heya midehekê zorahiya hewcehiyên despêkî weke av, xwarin û xedematên dermanî ji wan re nehatibûn dabînkirin. Amara herî dawîn ya goriyan ji aliyê rejîmê ve bi 306 kes mirî (ku piraniya wan jin û zarok in), û herweha sê hezar kes jî birîndar bûne. Lê serhejmariyên nefermî bas ji mirina zêdeyî hezar kesan dikin û didin zanîn ku rejîm ji dana zaniyariyên rast xwe diparêze.

Yekem hêza alîkar û hawarde çûnê ji aliyê rejîmê ve bo cihê bûyerê piştî 7 demjimêran ji rûdana erdhejê gihîştiye wir. Li halekê de ku dem pirr girînge ji bo rizgar kirina xelkê di bin kawilkan de. Lê mixabin giringînedan û xemsariya berpirsên rejîmê û retkirina banga alîkariyên cîhanî û nemaze navxweyî jî bû sedem ku hejmara goriyan zêdetir be.

Herweha bû sedem ku nerazîbûnek berfireh di nav xelkê beladîtî û xelkê Îranê bi giştî de pêk were. Eva bû bi pirsiiyar bo hemû aliyekê ku çima medyayên rejîmê li hember karesatek weha bijan û mezin de bêdeng man? Li halekê de ku li demên weha de xuya ye ku role ragihandinan çiqas girîng û bibandor e li hişyarkirina xelkê û hawardeçûna wan û gihandina alîkariyan jib o lêqewmayiyan. Lê mixabin em dibînin ku heta nûçeya bûyerê jî piştî tewahiya nûçegihaniyên cîhanî ve hat belavkirin.

Erdheja bajarê Bem a Îranê jî bi vî halî de bû û piranî xelkê feqîr û destkurt bûne goriyê vê tirajîdiyê. Ji ber ku mal û awahiyên wan, kewn û ne standard in û li hemberî her bûyerek wusa de diherifin. Vir de jî asta hejariya xelkê Îranê mirov re derdikewe ku serbarê dewlemendiya xaka Îranê, lê niha jî xelkekî zaf hejar û destkurt in û rejîm jî tu hawriyekê ji wan nade û hemû samana giştiye welat, têçûya siyasetên mirar û fitnegêrane ên xwe li deverê û bo çeka navikî dike.

Xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê bi goriyên erdheja Azerbaycanê, carek din siyaseta dijî gelî a rejîmê bi nisbet xelkê Îranê da eyankirin. Bûyera han carek din selimand ku xelkê Îranê li hember xemsariyên rejîmê di haletên wusa de çiqas xisar hilgirin. Ji ber ku gorî pisporên erdhejnasiyê, Îran welatek e ku li ser hêla erdhejê de hilketiye û renge li pêşerojê de jî buyer û tirajîdiyên wusa dîsan biqewimin, lewre xelik dibe li hizra xwe de bin û bizanin ku bi çi çarenivîsekê re li bin siya vê rejîmê de ber bi rû ne û renge gelek carên din jî erd biheje, lê ya wek xwe dimîne û naheje, eva wijdana nivistî a berpirsan e.