Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Exzer Îbrahîmî xwazyarê pêşbirina rêkêkarê nîzamî bo qeyrana Sûryê bye

12:42 - 2 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: nwênerê rêkxistina netewên yekgirtî bo karûbarê Sûryê di kora giştî ya wê rekxistinê, xwazyarê êrişa nîzamî bo qeyrana Sûryê ye.
Îbrahîmî got: şepola şer û têkdanan di Sûryê pir berbilaw bûye û tenê rêka nîzamî dikare dawî bi wê qeyranê bînît.
Her diwê pêywendiyê da çendîn Dîplomatên Firansayê li ser vê bawerê ne, Sûrye di hember goranekî mezin deye û rejîma wî welatî berbi neman diçe.
Rojnama “Elheyat” li ser dewê wan Dîplomata eşkere kir, rejîma Sûryê ji aliyê malî , tuşî qeyranekê buye ku bi wen zûyane rewşa niha, dawî pê dêt.
Her diwê pêywendiyê de rejîma Îranê ku mezintirîn piştîwanê Beşar Esed e, di niha de bi nigeranê rewşa hane.
Dîplometekî rojava yî ê bi malpera “Elerebîye” ragehand: kar bi destekên bilinmertebe ê rejîma Îslamiya Teranê li ser têkçûn rejîma Beşar Esed nîgeranin.
Berwa 30’ê Çirîya Paşîn şerek berbilaw di navbera Arteşa Azad a Sûryê û hezên rejîma wî welatî di nîzîkiya firokexaneya Demişq ê hatibû kirin.