Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Faroq Soltanî

13:16 - 10 Kanûna pêşîn 2013

h:idris sitwet

Faroq Soltanî: “Em jî li gorî şiyan û îmkanatên xwe hewl didin ku asta karên xwe bilind bikin, da ku xelk ji karê me hez bike, û em bikarin bandorê li ser wan danên”.

1-Faroq Soltanî kî ye?

Berî her tiştê silavan li we pirsonelên rojnameya Agirî dikim, û mandînebûnê dêjme we, û sipas jî bo vê seredanê ku ji bo min cihê şanaziyê ye. Ez Faroq Soltanî jidayîbûyê 15.01. 1360 (1981) û xelkê bajarê Qorwe me.

2- Çavan û kengî tu tevlî cîhana hunerê bûyî û Tu tiştek bû sedem ku tu bibî hunermend?

Her di dema zarokatiyê de ez heyranê dengê Hesen Zîrekê nemir bûm, û hînbûna lêdana Defê ji aliyê xalê xwe ve bû destpêkek ji bo tevlîbûna min bi karê hunerî.

3-te kengî û di çi salekê de di nav partiyê de dest bi çalakiyên hunerî kir?

Ez di bihara sala 2005’an de hatme nav refa pêşmergên PDKÎ û piştre di koma hunerî ya PDKÎ de min dest bi karê xwe kir.

4-niha hûn çend kes li vir dişoxilin û karê ve yê jojane çawaye?

Endamên fermî ên koma mozîkê niha 4 kes in û cuda ji dema rêûresman de ku em mijûlî amadekarî û piroveyê dibin, rojên din zêdetir ez mijûlî hînbûn û piroveya li ser alavên din ên mozîkê û herwusa fêrkirina kesên xwazyarê fêrbûnê dibim.

5-çalakiyên ve ên hunerî çawan per bi pêşveçûnê diçe ?

Di rastî de hekî em li gorî birêveçûna rêûresman di navxwe ya PDKÎ de karê xwe binirxînin, heya qasekî baş e, lê li gor wan girûp û aliyên ku serbixwe kar dikin lawazî di ,karê me de heye.
6-astengên ser rêya ve çine ?

Zêdetir di warê madî de arîşe hene û herwusa kêmbûna pirsunelên şareza di karê hunerî de bandora xwe li ser karê me hebûye.

7- Çalakiyên te ên hunerî heya çi qasî di nav civakê de bandor hebûye?

Bi raya min bo vê ku karê hunerî bandora xwe hebe, divêt berdewam di geşandin û pêşkevtinê de be. Em jî li gorî şiyan û îmkanên xwe hewl didin ku asta karên xwe bilind bikin da ku xelk ji karê me hez bike û em bikarin bandorê li ser wan danên.

8-Tu di cîhana huneriyê de fêrî çi bûyî?

Hunera mozîkê mirov fêrî yekdilî, hezkirin û aramiyê dike, helbet hekî tu bixwe jî wusa hez bikî. Lê berevajî vê yekê tu wê bibî kesekî dilreq û xwe mezinzan.

10-Pilanên te ên pêşerojê çi ne?

Pirogirama karê min di kurtheyam de fêrbûna alava Kidarnêt (Qirenî) ye ku ez mijûlim û li ser kar dikim.