Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ferdîn Îsamedarî kolberê birîndarkirî, di nexweşxaneya “Wan”ê de canê xwe ji dest da

02:07 - 11 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Şeva 8’ li ser 9’ê Hezîrana 2012’an kolberek devera Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat birîndarkirin, îro di nexweşxaneyek Wanê de canê xwe ji dest da.
Li gor nûçeyê ku vê êwarê gihîştî malêpera Kurdistanmedia, kolberê bi navê “Ferdîn Îsamedarî” ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû birîndarkirin, û bi birîndarî rakirbûn nexweşnaneyek bajarê “Wanê” li Bakûrê Kurdistanê, îro di wê nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.
Malbata navbirî bi armanca vegerandia termê kurê xwe çûne “Wan”ê, ku qirar e sibê termê “Ferdîn” vegerînin gundê “Enbê” û li wir veşêrin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê