Kamyar Eyvarî
Piştî şoreşa azadîxwazî ya netewên Îranê li dijî rejîma paşayetî û herifîna kela zordarî a sîstema Şahenşahî di Îranê de, Xomêynî û hewbîrên wî bi mifahwergirtin ji hesta olî a civaka vê demê a welêt, destkewtên şoreşa azadîxwazî a gelên Îranê di sala 1357`an a Rojî de bi talanbirin û Îradeya dîktatorî û felsefe û îdeolojiya daxistî ya xwe bi zora eskerî û bi silogan û diroşmên xapêner bi ser civatgeha Îranê de sepandin.
Wê demê gelê Kurd û bi taybetî civatgeha azadîxwaz û mafxwaz a xelkê Kurdistanê pir cehid kirin ku çareseriya aştiyane a doza berheq ya neteweya me bi rêya diyalog û li ser maseya gotibêjê bixin rojeva siyaseta rejîma nû a Tehranê an ku Xomêynî û hevbîrên wî. Bo vê mebestê şanda Kurd bi rêberîya PDKÎ çend caran bi rûniştin û gotibêj û ji rêyên cur bi cur ve tevî rejîma Tehranê ketin rojeva danûstanan. Lê mixabin rejîma Xomêynî ne tenê amade nebûn ku rêya diyalog û çareseriya aştiyane bixin rojeva siyaseta xwe, belkî bersiva daxwazên berheq û aştîxwazane ya gelê Kurd bi êrîş û bi zora eskerî û hilkirina agirê şerek malwêranker dan. Wan komkujî û jînosayd û tunekirina Kurdan û tev azadîxwazên welêt ji xwe re kirin armanc û bi avayek sîstimatîk û hovane dest bi kuştin û qetilama xelkê belengaz yên Kurdistanê kirin.
Piştî hiloşandina rejîma Paşayetî li Îranê, gelê Kurd hêvîdar bû ku bigehin mafên xwe ên rewa. Lê rejîma Komara Îslamî a Îranê ku teze gihîştibû dethilatê, dest bi pîlandarêtin li dijî netewa Kurd kir û roja 28`ê gelawêja 1358`an şerekî nexwaste li dijî gelê Kurd li destpêkê de li bajarê Pawe destpêkir, piştre di destpêka Newroza sala 1359`an a Rojî (1981) de, li bajarê Sine şerek bixwîn bi ser xelkê wî bajarî de sepand ku di wî şerî de bi sedan kes ji xelkê bêsûç û sivîl ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê ve hatin kuştin û midehek zêde bi ser de neçû ku wê rejîmê di 31`ê Xakelêweya hemen salê de şerê Nexedê saz kir.
Mixabin serbarê tev hewil û xebatên aştîxwazane yên PDKÎ û neteweya Kurd bi giştî di pêxema çareserkirina arîşe û girêpêçkên heyî û ji bo dabînkirina mafê berheq yên xelkê Kurdistanê, di 28`ê Gelawêja sala 1358`an a Rojî de (1979) de, Xomêynî rêberê rejîma taze bi deshilat gehiştî ya Îslamî a Îranê, li hember daxwazên berheq yên bizava rizgarîxwaz a xelkê Rojhilatê Kurdistanê, fetwaya cîhadê derxist û komkujiyek berfireh li dijî xelkê Kurdistanê bi rê ve bir. Xomêynî di fermana xwe de ku bi hêceta şerê Pawe ew fermana li dijî Kurd dabû, Xomêynî biryar da gişt hêz û çekdarên rejîmê êrîşê bikine ser Kurdistanê. Di fermana han de qirkirina netewa Kurd bi erkek pîroz û gellek girîngtir ji nimêj û rojiyan hesibandibû û PDKÎ jî bi partiyek helweşiyayî ragihand. Di çarçoveya wê fermanê de bû ku hêzên mirovkuj û nezan ên rejîma Xomêynî êrîş kirin ser xelkê bêsûç û mafxwaz ên Kurdistanê.
Xomêynî ku çend mehek bû ku giheştibû deshilatê û destkevtên şoreşa gelên azadîxwaz yên Îranê bi talan biribûn, bersiva daxwaza mafên rewa yên netewa Kurd ku pêkhatibûn ji azadî, demokrasî û mafê xwebirêvebirin li Rojhilatê Kurdistanê, bi êrîşa serbazî û komkujiyê da.
Ji aliyekî ve hêzên çekdar ên rejîmê bi êrîşkirina li ser Kurdistanê û herwisa Sadiq Xelxalî, weke hakimê şer`î şande Kurdistanê û bi derkirina fermana cîhadê bi dijî xelkê Kurdistanê, tev xelkê Kurd bi kafir nav bir û kuştin û qetilkirina Kurdan bi helal nav bir, û dest bi cinayet û komkujiya Kurdan kirin.
Di 28`ê Gelawêja sala 1358`an de, hêzên xebatkar ên Kurd bona berevanîkirin ji welatê xwe dest dan çekê û di meydana xebatê de kêrhatîbûna xwe nîşanî xelkê Kurdistanê dan û bi dehan ezmûn ji netirsî û qehremanetiyê tomar kirin. Rejîma Komara Îslamî a Îranê ku heya niha nekariye xelkê kurdistanê bêxîne qedeman û teslîm bike, her rojê bona lawazkirin û jinavbirina xebata gelê Kurd dest dide pîlanek nû. Lê bi keyfxweşî ve ji ber hişyarbûna xelkê Kurdistanê, komplo û pîlanên rejîmê yek li pey yek tên pûç û betalkirin. Piştî derbasbûna Zêdetir ji çar dehik bi ser deshilatdariya wê rejîma han a dijî gelî bi ser xelkê Îran û Kurdistanê re, heya niha jî nav û bingeha Komara Îslamî, bîrênerê teror, mirin, zîndan, tepeserî û komkujiyê ye. Berhem û deskevtên wê nîzamê di çar dehikên derbasbûyî de bo xelkê pêk hatine ji hejarî, birsîtî, gendelî, bêkarî, zêdetirbûna bikaranîna madeyên hişber, kêmavî, telaq, xwekuştin û dehan diyardeyên biyom yên siyasî, civakî û aborî. Serhildan û nerazîtiyên wan çend salên derbasbûyî di hundirê Îranê de, eyankerê bêzarbûna xelkê ye ji wê rejîma han a dijî mirovî.
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine