Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ferq û cudahiya sîstimatîk li dijî jinan di yasaya Komara Îslamî a Îranê de

20:07 - 24 Îlon 2012

Peyxam Hişmetî

Maşîna serkuta Komara Îslamî a Îranê bi hemû alavên ku di dest de hene, hewil dide ku ferq û cudahiya civakî zêde bike. Zêdebûna ferq û cudahiyê di Îranê de, ji serdemê bihêzbûna Komara Îslamî a Îranê û refrandoma yasaya bingehîn di 10’ê Xakelêweya sala 1358’an de dest pê dike û dibe beşek ji yasaya civakê.

Esla duyemîn ya yasaya bingehîn derheq yeksaniya jin û mêran, li gor nêrîna Îslamê ye û di wî warî de dibêje ku tewahiya takên civakê pêkhatî ji jin û mêran, weke yek ji yasayê mifahê werdigrin û ji tewahiya mafên însanî, siyasî, abûrî, civakî û çandî, bi liberçavgirtina desturên Îslamî mifahê werdigrin. Serbarê vê yekê yasayên hiquqî û cezayî di Komara Îslamî a Îranê de, tijî ye ji pesendkiriyên ku li gor yasayê, mirovatî û kerameta însanî ya jinê di Îranê de kêm dike.

Mixabin jin di Îranê û di çarçoveya yasaya bingehî ya xwedî ferq û cudahî de, ku digel yasayên mafê mirov û konvansiyonên nehêlana ferq û cudahiyên dijî jinan dijatiyê dike, serbarê vê ku piraniya mafên xwe ji dest dan, çi weke jin û çi weke dayîk xisarên zaf dîtine.

Komara Îslam bi hikumet û yasayên xwe, nêrînek li gorî sedsala navînî derheq jin û dayîkan di civakê de derdixe holê, û jinê dike bende û ewdek ku xwedayê wê yê biçûk mêr e, û dayîkbûna wê jî vedigerînin ser berdewamiya za û zêyan.

Dayîkek ku ji bilî sebr û zehmetiyên zaf û berdewam û helbet soza beheşta piştî mirinê jî, tu tiştek din nabe nisîbê wê. Eva di demekê de ye ku di weletên pêşketî de, jin rola mirovek serbest dilîze, û li jinbûn û li za û zêya xwe weke babetek xwezayî û civakî dinêre.

Di sedsaliya 21’an de ku di piraniya welatên cîhanê de, jin heta di birêvebirina hikumetê de xwedî rol in, û digel mêran beramber in, lê hikumeta Îslamî piştî ku dest bi ser welat de girt, bi bêşermiyek eşkere xwendin û şirove di wan rişteyê xwendinê de bo jinan qedexe kir, û yasayê ev ji hin perwerde û dersên wan riştan bêpar kirin.

Guhertina Baxçeyên zarokan bi nawendên mezhebî, bi liberçav girtina cudahiyên regezî, babetek din e ku peywendiyek rasterast bi rêgirtina ji jinan bo xwendina di zanîngehan de ye.

Berpirsyarên Saziya Bêhzîstiyê bi tenê îzna avakirina baxçeyên zarokan, telebeyên jin û heyetên mezhebî û mizgewtan didin, da ku bi vê mêtodê bikarin mêjiyê zarokên sê çar salî bi perwerdeya bi zorî a Quran û dersên mezhebî bişon û wan li gor îdolojiya dînî ya xwe perwerde bikin û bikar bînin.


Heya ku bikarin bi perawêzxistina jinan di nawendên perwerdeyê de li gor gotinên Ehmedînejad û Xamineyî derheq kontrolkirina nifûsê di Îranê de, li jinan maşîneke bê can û bê hizir bo za û zêyê çê bikin.

Di biryara dawî a Komara Îslamî de, ji aliyekê hezifkirina jinan di 77 rişteyên xwendinê de, li zanîngehan û ji aliyê din ve guhertina baxçeyên modern ên zarokan bo maktebxaneyên li gorî sedsalên navîn û sepandina mazheba hikûmetî bi ser zarokan de, peywendiyek organîk bi hevre hene, û eve jî vê yekê diselimîne ku hikumeta Komara Îslamî ji hizr û nêrîna sedsalên navîn pêk hatiye.

Hikumetek ku rojên despêka hatine serkara wê hevdem e digel sedsala giringîdan bi buhayên însanî û mafê mirov di cîhanê de.

Hikûmetek ku yasaya bingehîn ya xwe li ser esasê ferq û cudahiya regezî, mezhebî û çandî dabirêje û di kakil û cewherê xwe de, dijî carnameya cîhanî a mafê mirov e.

Di rastî de kiryarên mirovî û civakî yên ku rêberê Komara Îslamî û pêrewên wê, diruşma encamdana wê didin, bê bingeh û direwîn in.