Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ferzane Xosrewî

15:36 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Pirs: Ferzane Xosrewî kê ye?

Bersiv: Ez Ferzane Xosrewî (Rêjaw) keça şehîd (Behram Xosrewî) xelkê Kurdistana rojhelatê li bajarokê Serpêlzehaw ser bi parêzgeha Kirmaşan im û niha xwendekar im li Zankoya Selahdîn li beşa Kevnarnasiyê.

Pirs: Dibe tu di despêkê de, bo me hindik basa jiyana Edebiya xwe bikîy?

Bersiv: Ez dikarim bêjim cûrek hîs û xwest û îradeyek di hûndirî mirov de heye ku dibe handanek bo livlivîna xwestik û şiyanên mirovan, ku dibe di her mirovekî de bê çavnihêrîkirin.

Jiyana huneriya min di penaberiyê de serî hildaye û tevlî cîhana huner û rengan bûye.
Di kempekê de ku xincî bedbextiyê pir zehmet bû ku çavnihêriya jiyanekê hatiba kirin ku bêhna jiyanê lê hatiba, pir zehmet bû ku çavnihêriya hêvî û xwestekan hatiba kirin ku xendiqiyê destê vê jiyanê bû di hundira kesan de, bi zarokînî tevî domandina niviya temenê xwe, tevî cîhanek din nasiyar bûm, cîhanek ji reng, tewawkerên beşekê bû li jiyana min.

Ev hunere hin din weha li min kir ku zal bim li ser zehmetiyên jiyanê ku min hêviyek hebe bo pêşerojê. Hingî têgihîştim ku huner tewawkerê jiyanê ye, huner yanî jiyan.

Pirs: Çavan û kengî tu tevlî cîhana wênekêşanê bûyî û Tu tiştek bû sedem ku tu bibî wênekêş?

Bersiv: Ez di zarokî de hînî huner û şêwekariyê bûm, ev jî bi vê sedemê ku bavê min di vî warî de dest rengîn bû û weke mamostayekî bandora xwe li ser min hebûye û bû sedema vê ku ez tevî cîhana hunera şêwekariyê nasiyar bim.
Ji aliyekî din jiyana awaretiyê jî hin din moral da min ku ez bikarim karê xwe ê hunerî bidomînim, çimkî tenê rêyek bû ku min dikarî xemên hundira xwe û jiyana awaretiy xwe ji rêya Tabloyên xwe ve nîşan bidim.

Pirs: Heya niha te çend pêşangeh di kurdistanê de vekirine?

Bersiv: Heya niha min nêzîkî pênc pêşangeh vekirine. Min bi alîkariya Yekîtiya ciwanên PDKÎ kariye du pêşangehan vekim, û herwûsa bi alîkariya rêkxirawa Yekyetiya Jinan (Xaneqîn) pêşangehek û li kolêja edebyatê li zankoya Selahedîn pêşangehek û dawîn pêşangeh jî li sentera Gencên Koyê bû.

Pirs: Çalakiyên te ên wênekêşanê heya çi qasî di nav civakê de bandor hebûye?

Bersiv: Şik di vê de nine huner her di kevn de dewr û bandora xwe li ser mirovan hebûye.

Heke em mêze bikne tabloyên kesê şêwekar, em dikarin ji rêya tabloyan bi hêsanî heya qasekê hundira xwediyê hunerê bixwînîn û berevajiyê kesekî hozanvan ku ji rêya helbestên xwe ve ya di dilê xwe de eşkere dike
Ez jî weke keçeke şêwekar dikarim bêjim tabloyên min bûne nsname û teibîrek bo hundira min.

Xincî vê ku min ciwaniyek taybetî ji rêya tabloyan ve bexşiye derdora xwe û min kariye wan dilxweş bikim, hin din jî bûme sedema vê ku zêde kesan bi dîtina tabloyan han bidim ên ku hez ji vî karî dikin.

Pirs: Dibe wênekêşek çi taybetmendî hebin?

Bersiv: Ev hunera ku heye, bi milkê xwe nezane belkî ew tablo milkê civak û neteweya wî ye. Hunera xwe li xizmeta xelkê xwe danê û çavnihêrî û rexne û pêşniyarên derdora xwe qebûl bike û bikare bi xalek reş li ser kaxeza sipî dilxweşiyê bêxîne dilê pir kesan.

Pirs: Bi bawera te çima jinên kurd bi awayekî hewce nekarîne tevlî hunerên han bin?

Bersiv: Derheq têkelnebûn û nêzîknebûna pêdivî ên jinên kurd bi hunera şêwkarî, renge çend sedemek hebin ku bûne rêgir di hember wan de, aliyên civakî di civaka me de ku zaf tişt bo vê yekê dibin ku mirov mifahê jê werbigire ku di civaka me de bi “Eybe” dizanin, huner jî yek ji wan aliyane ku bi eyb û qedexe û karek guneh tê zanîn.

Pirs: Tu di cîhana wênekêşanê de fêrî çi bûyî?

Bersiv: cîhana wênekêşanê ez hînî wê kirim ku huner afirandin ji alî xwezayê ve ye, û tewawkerê beşekê ji jiyana her mirovekê ye, hunera şêwekariyê û rengdan bi jiyanê ye, û cîhaneke ji reng, ku her yek ji wan rengan mana û bêhna jiyanê ji wan tê û weha li min kiriye ku ez vê cîhanê li dîtingeha huner ve mêze bikim.

Pirs: Gelû tu wênekêşanê di nava civaka kurdan de di çi astekê de dibînî?

Bersiv: Her çend hunera wênekêşanê pêka hunerên din di astekê baş de nine lê serbarê vê jî di civaka Kurdewarî de me kesên birûmet û hunermendên mezin hene ku di warê şêwekarî de şaraza û hêjayê wê ne ku rêz jiwan bê girtin.

Pirs: Pilanên te bo pêşerojê çine?

Bersiv: Bi vê hêviyê ku heke alîkariya min bê kirin min piroje bo pêşrojê hene ku şêwazeke din bi hunera şêwekariyê zêde bikim ku cudatire ji caran û karê “Bizmar” bikim û li cihê rengan, bizmarê bi kar bînim û karê bizmarê jî taybet dibe bi kesayetiyên binavûdeng ên kurd.