Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma Apê Îrbom xelata zîvîn li festîvala fîlman a Lessinia li Îtalîa stand

14:35 - 3 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Fîlma “Apê Îrbom” derhinêrê Kurd Mano Xelîl xelata zîvîn li festîvala fîlman a Lessinia li Îtalîa wergirt.
li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, fîlma derhinêrê kurd Mano Xelîl bi navê Apê Îrbom bi Almanî Der Imker, xelata zîvîn bo baştirîn derhêner li festîvala sînema a navnetewî a Lessinia a Îtalîa wergirt. Festîval di navbera 23\'ê Tebaxê heya 1\'ê Îlona 2013\'an, li Îtalîa derketibu behtrî 60 Film pêşandan.
Heta roja îro filma «Apê Îrbom» car xelatên navnetewî standine. Film roja 6\'ê Hizêranê 2013\'an derbasî sînema Suîsê bûye û yanî der dora sê mehan di sînema de ye. Dawiya salê wê fîlm li Almaniya têkeve ser ekranên sînema de.
Film çîroka mirovekî Kurde, Ibrahîm Gezer (Apê Îrbom), ku bi esla xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90\'ê yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bû, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bû. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û neçar ma bireve û weke penaber were Suîsê. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Suîsê dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê.