Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma Dawî Zivistan li festîvala nevdewletî li Bexdadê tê pêşandan

14:28 - 5 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Fîlma sînemaya “Dawî Zivistan” derhêner Salim Selewatî sînemakarê Rojhelata Kurdistanê, li beşa pêşperkeya festîvala navnetewî a Bexdadê tê pêşandan.
Kovara “Serdem” bilav kir, Fîlma sînemaya “Dawî Zivistan” derhêner Salim Selewatî roja 6’ê Ciriya Pêşîn a 2013’an, li bajarê Bexdadê tê pêşandan.
Fîlma han di dawîn beşdariya xwe de li festîvala navnetewî a Fîlma Zêrîn li welatê Ermenistanê hat pêşandan û karî xelata vê festîvalê misoger bike.
Festîvala fîlma Zêrîn a Ermenistanê bi beşdariya berhema sînemakarên welatên cur ba cur li berwara 6’ê Tîrmeha 2013’an dest pê kir û bo heyamê heftiyekê domkir.
Rê û resma dawî hatina festîvala han li bajarê Eyîrewan, peytexta welatê Ermenistanê birêve çû û li çendîn beşên curbacur de çendîn kurte fîlm, fîlmê dîkomêntarî û fîlmên sînemayî xelat wergirtin.
Salim Selewatî li bajarê Sine ji dayîk bûye û pîşeya fotogarfêr û dehêneriyê sînemayî ye û weke wenegirê sînemayê pitir ji 30 fîlmê kurt û 5 fîlên dirêj wêne girtiye.