Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Filmê Derhinêrê Kurd Mano Xelil xelata yekem a Festîvala Sînama a Netewî a Swîsra 2013 stand

13:08 - 3 Şibat 2013

Kurdistanmedia:Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 31.1.2013 li festîvala netewî a Swîsra ku ji roja 24.1 heta 31.1.2013 li bajarê Solothurna li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.

Li gori nûçeya gihiştî bi destê Kurdistanmedia,Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».
Film bi zimanê Kurdî û elmanî hatiye qeydkirin. Dema film 107 xulekin. Li ser systema DCP a cinema a nu hatiye qeydkirin.
Film di van mehên pêş de wê dakeve sinema. Film produksîonek navnetewî ye, ji aliye televizîona Elman-Fransa ARTE û televizîona Swîsra ve hatiye fînanskirin.