Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fitnegêriya rejîmê di nava xelkê Urmiyê de bi hîleyên nû

16:16 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê bi xelkê devera “Tirgewer” ragihandine, di demekê de dikarin li deverên sînorî de kasibiyê bikin ku berbirûyê xelkê deverên din bibin.


Li gor nûçeyê gihîşît malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîam Îranê bi xelkê “Tirgewer”a Urmiyê ragihandine, bi şertekê ew dikarin di deverên sînorî de kar bikin ku xelkê devera “Şipîran”ê ku ji bo kasibiyê hatine Tirgewer, li wê deverê derxin û îzna kasibiyê bi xelkê wê deverê di sînorên Tirgewer de nedin.
Li gor zanyariyên gihîştî malpera Kurdistanmedia, hêzên rejîmê hêdî hêdî li Tirgewer paşekêşe dikin ku pêşgiriyê ji kasibiya xelkê bikin û daxwaz ji xelkê Tirgewer kirine ku xelkê kasibkar yê devera “Şipîran”ê li Tirgewer bihên derxistin.
Hêzên rejîma Îranê bi fêlên nû dixwaze fitnê bixe nava deverên cuda cuda ên Umriyê û bi wî awayî pêşgirî ji kasibiya wan bike.
Pirsa han cuda ji vê ku pêşî ji kasibiya xelkê kêmdahat yê Urmiyê digre, du berekî û dujminyê jî dixin nava xelkê her du deverên Şipîran û Tirgewer û tenê rejîm ji vê yekê qazanc dike.