Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelaleya pîşniyar kirî a PDK Îranê li şevra Entirnasyonal a Sosyalîst de

14:46 - 7 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Gelala pîşniyar kirî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îran derheq bi binpêkirina mafên neteweyên Îranê, ji aliyê şevra Întirnasyonala Sosyalîs ve hat pesend kirin.



Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, ev gelaleye zafbûna rêja bidarvekirina çalakên siyasî ên Kurd, Belûç û Ereb têde hetiye ber bas û paş pêdeçûn ji aliyê şevra Întirnasyonal a Sosyalîs ve hat pesend kirin.
Deqê gelalî bi vê awayêye:
Zêde bûna hejmara wan çalakên siyasî ku li komara Îslamî ya Îranê de tên bidarwekirin, û herwesa li gor vê rastiyê ku çend çalakên siyasî ên Kurd bi bê proseya yasayî ya hewce, hûkmê îdamê bo wan hatiye der kirin, asayî ye ku “SI” div î warî de nîgeran de.

“SI” divêt daxwazê li hikumeta Îranê bike kurêz ji mafê çalakên siyasî û herwesa rojnamevanan û çalakên mafê jinan û xwendkatan û kedkaran bigire.

“SI” divêt ewqasê nîgeraniya xwe derheq berdewam bûna Îranê li ser bikar birina madeya 188 ya yasayên cezayî div î welatî de eşkere bike.

Ew madeya ku li gor wê endam û alîgirên her partiyeke Kurd, Erebî û Belûçî wek “Miharib” û “Mofsido Filerz”tên nasîn û li gor wê jî tên îdam kirin.