Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelawêja Kurd û Belûçan!

13:59 - 17 Tebax 2020

Eskender Ceiferî

Beriya 75 salan ronahiya rojê, agirê berxwedanê, tîrêjên tevgera Kurdî û şoreşa Kurdan bi rengekî bêhempa û cuda, berê xwe da Kurdistaniyan. Roja 25ê Gelawêjê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li ser destê Qazî Mihemed hate avakirin.

Li Kurdistanê, ev roj ji bo Kurdan pîroz e. Lê neteweyek din jî heye ku wek Kurdan daxwaza mafên xwe dike û ev roj ji wê neteweyê re jî pîroz e.

Belûçan, roja 25ê Gelawêja 1947an dewleta Belûçistanê ragihandin ku tam ji derdorên xwe cuda û azad bû. Sala 1948an ew dewlet hate têkbirin û careke din vegeriya ser Pakistanê. Ew dewlet li ser destê Mîrehmed Yarxan li Qelatê hatibû ragihandin û serê hemû Belûçand pê bilind bû. Ji wê demê ve heya niha, roja 25ê Gelawêjê, ji bo Belûçan jî pîroz e û ew, wê rojê wek Roja Netewî ya Belûçan binav dikin.

Wek çawan Kurd jî daxwaza mafên xwe dikin, Belûç jî daxwaza mafên xwe dikin. Niha li Belûçistana Îranê ku wek Belûçistana Rojava tê binavkirin, xebateke xurt ji bo dabînkirina mafên netewî û olî yên wan berdewam e.

Belûç dibêjin ew her sal wê rojê pîroz dikin û tînin bîra gelê xwe ku ewê her û her di vê rêbazê de bin.

Çarenivîsa wan jî hinek dişibihe çarenivîsa Kurdan.

Wan jî weke Kurdan, nêzîkî salekê, dewleta xwe hebûn. Komplo û îxanetê, jiyan li wan tal kirin û ew vegerandin ser desthilata gemar a ku ew naxwazin pê re bin. Ji xeynî Belûçên Pakistanê, yên Îran û Efxanistanê jî wê rojê pîroz dikin.

Pêşewayê Kurdan, nemir Qazî Mihemed jî ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ava kir, Komara Kurdistanê jî bi piştevaniya netewa xwe ava kir. Lê dawiyê komplo û îxanetê dev ji Kurdan jî berneda. Şayê Farsan êrîşî ser Kurdistanê kir û Komara Kurdan jî têk çû.

Dewleta ku nêzîkî salekê bû li ser piyan bû û gelek jî pêşketin li Kurdistanê pêk anîbûn,mixabin nekarî zêdetir bimîne. Qazî Mihemed biryar da ji bo ku xwîna Kurdan neyê rijandin, xwe radest bike.

Wî xwe radest kir û canê xwe yê paqij, kire gorî nîştiman. Lê wî rasiparte xebatkarên piştî xwe ku wê rêbazê bidomînin.

Piştî 75 salan ji avakirina partiya ku li ser destê wî û hevalên wî hatibû avakirin, lê hîn xebat didome.

Xebata ku wê demê hate destpêkirin, bi hatina Dr. Ebdulrehman Qasimlo re careke din dengê xwe bilind kir. Li Kurdistanê dengê mafxwaziyê careke din bilind bû û Kurdan got em hîn zîndî ne.

Desthilata gemar a navend, biryara qirkirina Kurdan da, lê Kurdan li ber xwe da. Bi hezaran şehîd dan lê dev ji rêbazê bernedan.

Bi hezaran gund hatin şewitandin û Kurd rastî koçberî, girtin û darvekirinê hatin, lê wan dev ji mafxwaziyê bernedan.

Qirkirina wan hîn berdewam kir heya dema ku Dr. Qasimlo ji aliyê têrorîstên rejîma faşîstên Tehranê ve hate têrorkirin, lê dîsa jî partiya wî, li ser piyan ma.

Piştî du salan, Dr. Şerefkendî jî ku ketibû dewsa wî, bi heman şêwazê ji aliyê têrorîstên Îranê ve hate têrorkirin. Lê wek Qasimlo gotibû, tevî ku wî canê xwe gorî kir, lê Kurd hîn mane û rêbaza wî berdewam kir.

Mekteba Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî, heya îro jî ji aliyê keç û xortên Kurd ve avedan e.

Her roj, ciwan, ref bi ref tevlî şoreşê dibin û dayîk û bav jî bi hebûna van xortan şanaziyê dikin. Qet li Kurdistanê dê û bavên ku wan zarokên xwe şermezar bikin, nayên dîtin. Heman tişt jî, remz û sedema mana netewa Kurd e. Heya dema ku berxwedan hebe, ev tevger jî wê bidome.

Ji çend salan beriya niha ve Rasanê destpê kiriye. Qonaxa nû ya xebata PDKÎ, rejîm tirsandiye. Ji destpêka Rasanê ve PDKÎ dehan şehîd dan, lê dîsa jî wargeha xebatê, êvirgeha serhildanê û çepera berxwedanê, avedan e.

Hem Rasan û hem jî avakirina Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bûne qonaxa avaker ji bo pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê.

Di asta Îranê de jî, Kongireya Neteweyên Îrana Fêdêral, ziravê rejîmê qetandiye. Ew dizanin êdî Kurd, Belûç, Turkemen, Azerî û Ereb ji bo pêşerojê li hev nêzîk dibin.

Wek gotara kek Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Nasir Bulîdeyî serkirdeyê Belûçan li Parlamentoya Ewropayê gotin, ewê di xebata xwe de li dijî dagirkeran berdewam bin û qonaxeke hevxebatiyê di navbera neteweyên ne Fars de li Îranê destpê kiriye. Ji xwe 25ê Gelawêjê, ya Kurd û Belûçan e, lê ji ber hevxebatiyê, vê carê Gelawêj li Kurd, Belûç, Ereb, Turkemen û Azeriyan jî pîroz be.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine