Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

gerek Rojava ji êrîşa dijî Îranê re amade be, ger rêkarên niha nehabûn çare

16:55 - 28 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Cuzif Lîbermen, Senatorê bilin palebilind yê Amerîkayê dibêje ku Amerîka bi her du partiyên sereke ve û xelkê wî welatî jî xwazyarên aşitiyê li gel Îranê ne, lê ger rejîma Îranê guhertinekê di bernameya navikî a xwe de pêk neîne, egera êrîşa nîzamî zêde dibe.


Cuzif Lîbermen di got û bêjekê li gel Radîofarda” de gotiye ku Amerîka xwazyarê aşitiyê li gel Îranê ye, lê ger Îranê di bernameya navikî a xwe de guhertinan pêk neîne, egera hrîşa nîzamî a Amerîkayê bo ser Îranê xurt dibe. Navbirî herweha amaje kiriye ku ew bixwe piştevanê siyaseta niha a Amerîkayê li hember Îranê ye.
Wîktorya Noland Berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê jî heftiya derbasbûyî gotibû: Amerîkayê hin rêkarên siyasî û givaşên abûrî li hember Îranê de girtine pêş xwe, heya bikare Îranê neçar bi got û bêjan bike.

Lîbermen herweha amaje kiriye ku ger gişt rêkarên ku Amerîkayê li hember Îranê girtine pêşiya xwe serkevtî nebûn, Rojava gerek amade be di riya nîzamî de li hember rejîma Îranê bisekine. Navbirî got ku tu fayde tune ye ku rejîma Îranê çeka navikî bidest xist.
Wî got: Ger rejîma Îran li ser bernameya navikî a xwe berdewam be, em li ser duryanekê dimînin: Yan Îranek xwedî çeka navikî ku wê gefek li ser deverê dibe pebûl bikin, yan jî bi êrîşa nîzamî li hember de bisekinin.
Lîbermen dibêje ku Amerîkayê şiyana vê yekê heye bernameya navikî a Îranê jinav bibe yan bixe direngiyê.
Ew Senatorê Amerîkayê zêde dike ku Amerîkayê tehrîmên abûrî li ser Îranê destpê kirine, lê heya niha wan tehrîman li ser bernameya navikî a Îranê tun tesîrek nebûye. Dibêje, “ez dilgiran in xelkê Îranê ku dostêln me ne ji wan tehrîman îzayê dibînin”.
Amerîka û Ewropayê tehrîmên giran ên abûrî xistine ser Îranê û bankê Navnedî û senetên enerjiya Îranê tehrîm kirine û dahata eslî a dewleta Îranê ku firotina niftê ye, tûşî girsgirêkan kirine.