Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Geşekirina Nionaziyan û Rastên Tundrew li Ewropa de

22:54 - 24 Gulan 2012

Şehab Xalidî
Ew hilbijartinên parlemanî û serkomarî ku li wan dawiyane de li hinek ji welatên Ewropayî ji wan Feranse, Yonan, Îspanya û ...hwd de birêve çûn, aliyê kêm ew rastiya selimandin ku piraniya xelkê wan welatan ji siyasetên aborî ên welatên xwe nerazî ne û deshilatdarên welatên wan bi sebebkarê pêkhatina kirîzek weha dizanin, lewra jî dengê xwe didne partiyeke derveyî deshilatê, ku ji bo baştirkirina rewşa aborî û rizgarkirina ji kirîza aborî hewleke micid bide.
Xala balkêş û cihê jê hûrbûnê ew e ku di wan hilbijartinan de partiyên rastrew bi hilgirtina druşmên netewexwazî, çareserkirina kirîzên aborî û pêkanîna derfeta kar, dijayetî di gel wergirtina penaberan şiyane ku xelkekî zaf li dewra diruşmên xwe kom bikin û li çav hilbijartinên pêşîn dengê zêdetir ê xelkê bidest bînin, ku di rastî de geşekirina ew bîr û hizra netewexwazî û dijî penaberan şirove û lêkdaneweyên cur bi cur jêre tê kirin û bûye cihê nîgeraniya zaf ya biyaniyan li welatên Ewropayî de.

Li welateke wek Feranse de em şahidê vê yekê bûn ku Mariyen Lopin, berbijara partiya “Bereya Netewî” ji bo posta serkomariya Feransê ku nûneratiya rastên tundrew dike, bi bidestxistina %18 ji dengan, li rîza sêyemîn de cih girt. Herçend ku navbirî nekarî li dewra duyemîn de jî beşdar be, lê selimand ku bîrûhizra wî û partiya wî di nav xelkê Feransê de çiqas alîgir hene. Herweha di hilbijartinên parlemanî ên Yûnanê de me dît ku partiya “Kirîsî Awrî” ku ji nionaziyan pêk tê, şiya bi bidestxistina %6 a dengan 19 kursiyên parlementoyê bi dest bixe, ku ew yek bo yekemîn car di dîroka Yûnanê de ye ku partiyeke Nionazî bikare here parlementoyê de.

Ji bo selimandina vê rastiyê ku kîjan welatê Ewropayî zêdetir di gel pirsa geşekirina rastên tundrew li astê damezraweyên siyasî bi taybetî parlemento û dewletan berbirû ye, li wir de emê deqê raporekê raxînin ber çawan ku li malpera kanala Elcezîreyê de hatiye weşandin, ku bi vî awayî ye:

Utrîş: Rastên tundrew xwediyê 55 korsiyan ji korsiyên parlementoya wî welatî ne ku ew 55 korsî di navbera partiya “Azadî” ( bi 34 korsî ji koma 183 korsiyan) û hevalbendiya “bo pêşeroja Utrîşê” (bi 21 korsiyan) hatiye parvekirin ku dibe %22.8 a dengan.
Siwîs: Di vî welatî de “Partiya Xelkê Swîsê” bi rêberiya Tunî Birunêr ku nûnertiya rastên tundrew dike, li hilbijartinên parlemanî ên sala 2011’an de karî 54 korsiyên parlementoyê ji koma 200 korsiyan bi dest bixe. Ew partî xwediyê bîr û hizreke tundrewane û nivşperwerane ye.
Norwêj: partiya “Kongireya Rastên Tundrew” xwediyê 41 korsiyan ji koma 169 korsiyên parlementoyê ye ku %23 a dengan pêk tîne. Yek ji endamên vê partiyê Andiryas Patrîk e ku li meha Havîna sala 2011’an gulle bi ser komek ji ciwanên ser bi “Partiya Karkar” de reşand û li encama vê cînayeta navbirî de zêdetir ji sed kesd hatin kuştin û birîndarkirin. Helbet piştî vê cinayetê partiya “Kongireya rastên Tundrew” di hilbijartinên herêmî de di gel şikestek mezin berbirû bû.

Fenland: Partiya “Fenlandiyên Rastîn” ku partiyeke rast a tundrew e, karî li hilbijartinên parlemanî ên meha Nîsana 2011’an de serkevtinek berçav bi dest bixe û ji koma 200 korsiyên parlementoyê 39 korsiyan ji xwe re bi dest bixe.
Mecaristan: Partiya “ Hevalbendiya Ciwanên Rastrew- tevger bo Mecaristaneke baştir” (Cobîk) li hilbijartinên parlementoyê ên Nîsana sala 2010’an de karî bibe xwediyê 46 korsiyan ji koma 386 korsiyan. Ew partiya bas ji nasnameya netewî dike û carna propagendeya nazîsmê jî dike.
Danmark: Rastên Tundrew di vî welatî de piştî destpêregihîştina “Partiya Xelk” li hilbijartinên parlementoyê ên wî welatî de bi 22 korsiyan ji koma 179 korsiyên parlementoyê bû bi hêzek di nav rewşa siyasî ya wî welatî de û xwediyê bîr û hizreke dijî wergirtina penaberan e.
Holend: Partiya “Bo Azadî” bi serokatiya Girît Wîldêrz ku partiyeke rast a tundrew e, li hilbijartinên parlemanî ên wî welatî li meha Hezîrana sala 2010’an de karî 24 korsiyan ji koma 150 korsiyan bi dest bixe.
Biljîk: Rastên tundrew di vî welatî de bi serokatiya Partiya “Berjewendiya Fenlandiyan” li hilbijartinên parlemanî ên wî welatî li Hezîrana 2010’an de karî 12 korsiyan ji koma 150 korsiyên parlementoyê bi dest bixe. Ew partî xwediyê bîr û hizreke neteweyî û cudahîxwazane ye.
Swîd: Rastên tundrew di wî welatî de bo yekemîn car piştî hilbijartinên parlemanî ên meha Septambera sala 2010’an bi serokatiya “Partiya Demokratên Swîd” rıya wan kete parlementoyê û şiyan 20 korsiyan ji koma 348 korsiyan bi dest bixin.
Îtalya: Partiya “Peywenda Bakûr” ku partiyeke rast a tundrew e, û hevalbendê dewleta pêşîn a Îtalyayê bi serokatiya Birloskonî bû, dijî wergirtina penaberan e, û li hilbijartinên parlemanî ên sala 2008’an de karî 60 korsiyên parlementoyê û 25 korsiyan li Senaya Îtalya de bi dest bîne.
Alman: Rastên tundrew û Nionazî bi serokatiya “Partiya neteweyî a demokrat” ku propagendeyê bo sipî pêstan dike, li hinek ji eyaletên wî welatî de karî bo hilbijartinên parlemanî dengan bi dest bixe.
Bi berçavgirtina wan zanyariyan em dikarin bigîjne vê encamê ku heke partiyeke demokratîk û pêşkewtî ên welatên Ewropayî nekarin wan kirîzên aborî ku welatê wanj dagirtiye çareser bikin, eva bi geşekirina roj bi rojê zêdetir ya rastên tundrew, û renge di pêşerojê de bi bidestvegirtina deshilatê ji aliyê wan ve, ew ne tenê ji vê kirîza aborî rizgar nebin, belku roj bi rojê di gel kirîzên din ên siyasî û civakî jî berbirû bin, û zirar bigîje vê demokrasiya ku ew wek yek ji şanaziyên herî mezin ên xwe dihesibînin.