Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girêhişka danûstandinên navikî di kuderê de ye

12:54 - 3 Kanûna pêşîn 2014

Arif Vêlzî

Keysa navikî ya Îranê, yan jî bi gotineke din danûstandinên navikî ên di navbera Komara Îslamiya Îranê bi Rojavayiyan re, bi serperestiya Amerîkayê mijareke ku bi sala ye çendîn civînên curbicur li cihên curbicur ên cîhanê de jêre hatine kirin, lê di rastî de her hemû jî bê encam mane.

Girêhişka van danûstandinan ku bi berçav her heman mehandina Oranyomê ye li hemberî rakirina tewahiya tehrîmên Rojava li ser Îranê, heyamek e ku hatiye dîtin, lê vekirina vê girêya hişik û lihevkirina li ser wê, hêla jî bê encam maye, û renge qet jî negihîjin tu encamekê.

Piştî nêzîk bi dehikekê rûniştina li ser vê keysê dîsan roja yekşemiyê 9’ê Novamberê(18’ê Xezelwer) nehemîn gera civînên di navbera Rojava û Îranê, bi beşdariya Can Kirî Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê, û Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Karûbarên Derve ê Îranê û Katrîn Eşton nûnera Yekîtiya Ewropayê li Mesqeta pêtexta Omanê de, bi rêve çû.

Piştî sê rojan û çendîn civînan, danûstandin bi dawî hatin, û karbidetsên serê ên her du aliyan ragehandin ku dîsan wekî caran pirsên giring yên wekî mehandina Oranyomê û hilgirtina tehrîman di cihê xwe de mane, û tu lihevkirinek li ser nehatiye kirin, wate vê carê jî ew girêhişk bi nevekirî, maye bo dawî derfetê, wate roja 24’ê Novemberê (3’ê Sermawezê).

Her wekî civînên derbazbûyî Komara Îslamiya Îranê selimand ku armanc ji lihevnekirin û dirêjkirina danûstandinên bi Rojava re, tenê kuştina demê û lîstina bi aliyê hember e. Jiber ku ji aliyekî ve jêsta xwazyarbûna lihevkirinan di danûstandinan de dide, û ji aliyekî din ve, pêdagiriyê li ser mehandina Oranyomê dike. Mînaka herî berçav ji bo vî karî jî eva ye ku di medyayan de hawara lihevkirinê dike, lê hevdem digel danûstandinan Elî Ekber Wilayetî serokê Nawenda Lêkolîna Stratejîk ya Civata Nizamê radigehîne ku: “Em bi mafê xwe dizanin û dev ji mafên xwe li derheq nawendên têhnê yên wekî Firdo, Netenz, Erak û hejmara santrîfiyojên xwe û rêjeya mehandina Oranyomê nahînin”.

Ji aliyekî din ve jî, hevdem digel birêveçûna danûstandinan, axavtinên tund û dûr ji rastiyan yên Ebas Îraqçî cihgirê Wezîrê Karûbarên Derve ê Îranê li derheq rakirina yekcarî ya gemaroyên Konseya Ewlekariyê, YE, serkomar û kongirêsa Amerîkayê û herwisa nameyên 200 nûnerên Meclîsa Şêvra Îslamiya Îranê, ku têde pênc pêş şert ji bo lihevkirina bi Rojava re diyarî kiriye, qala vê rastiyê dikin ku Komara Îslamiya Îranê zêdetir hewla kuştina demê û wergirtina poanên zêdetir dike, ne lihevkiirna li ser keysa etomî.

Ya ku cihê baldanê ye, eva ye ku di kelekela rûniştina Mesqetê de, û hevdem digel birêveçûna roja duyemîn ya danûstandinan, di sefereke xwe de ji bo Moskoyê ku roja 20’ê Xezelwerê encam da, serokê Saziya Wizeya Etomî ya Îranê Elî Ekber Salihî ragehand ku lihevkirinek li derheq avakirina du nawendên etomî li Bûşehrê de, digel Kompanyaya “Rûs Etom” a Rûsiyê wajo kiriye, û li gorî vê lihevkirinê çar reaktorên din li Îranê têne avakirin ku heya niha cihê avakirina wan, ne diyar e.

Herçend piştî rûniştina Mesqetê wate roja Sêşem 18’ê Novamberê ( 27’ê Xezelwerê), dawî gera danûstandinên di navbera her du aliyan de, di Viyena pêtextê Nemsayê de dest pê kir, û heya niha jî rewş û hewayê zal bi ser civînan de wekî diyar e, rewş û hewayekî wek caran sar û bê deskevt e, û mewdaya navbera her du aliyan hêla jî dûrûdirêj e, û asoya lihevkirina yekcarî heya 24’ê Novamnber (3’ê Sermawezê) her tarî ye.
Lewra bi berçavgirtina paşekêşenekirina Îranê û pêdagirbûna wê li ser mehandina Oranyomê û hilgirtina yekcarî ya tehrîman û gotinên cur bi cur ên têkderane ên karbidetsên rejîmê û herwisa wajokirina lihevkirina “Rûs Etom”ê piştî neh caran rûniştinên berdewam, hevdem digel destêwerdana di nav karûbarên navxwe yên welatên herêmê û piştevaniya hemû aliyane ji girûpên terorîstî bi sedema sepandina deshilat û hejmoniya xwe, ku heman siyaseta şandina derve ya şoreşa Îslamî ye, vê yekê nîşan dide ku komara Îslamî bi armanca lihevkirna li ser keysa etomî, beşdariyê di van danûstandinan de nake, belkû armancên veşartî yên din hene ku hewlê ji bo wan dide, lewra tê pêşbînîkirin ku di dawî derfeta diyarîkirî ji bo gihîştina bi lehevkirina dawî, wate 24’ê Novemberê de, tu encamek tunebe, û ew girêhişik her wekî xwe bimîne.

Lê bi vê pêkê jî tu rêçareyeke nû û baş di holê de namîne, da ku dîsan dem jêre bihê diyarîkirin, û bi neçarî vebijêrkên xirap û xiraptir têne holê, ku heman zêdekirina gemaroyan li ser Îranê, yan jî heya egera weşandina gorza leşkerî bo ser binkeyên navikî ên Îranê, bi piştevaniya civaka navdewletî dibe.