Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gireva mamostayan û pêngaveke din ber bi rûxana rejîma Îranê

18:47 - 23 Çirriya pêşîn 2018

Xalid Derwêje

Di van mehên dawiyê de, girevgirtin û meşên nerazîbûnê di nava texên civakê de, pêvajoyeke ber bi vegeşînê bi xwe ve girtiye, û ew meşên nerazîbûnê dîroka xebata wê, bona bidestveanîna mafê wan ê rewa vedigere bo dîroka deshilatdariya rejîma Îranê, lê ne bi vî qasî tund, û niha dest pê kiriye, da ku gevriya rejîmê bigivişîne, heya asta fetisandina wê.

Gireva mamostayan di rojên 22 û 23`ê Rezberê de, sedan bajar û piraniya parêzgehên welat bi xwe ve girt. Mamostayan nerazîbûna xwe nîşan dan di hemberî kêmiya hiqûqê xwe, û rewşa jiyana xwe ya di bin xeta destengiyê, û enfilansiyon (helawsan) û giraniya bêreje û kêmiya hêz û şiyana kirînê, girtina mamostayan, bêpariya ji pêkhateyên pîşeyî, bêpariya ji bîmeya kar ya kêrhatî, talankirina sindûqa paşekvtê ya Ferhengiyan, cîbicînebûna yasaya birêveberiya xizmetên bi welat, cîbicînebûna pirojeya rêzbendiyê di van salên dawiyê de.

Eva di demekê de ye ku li gora esla 30 ya yasaya bingehîn dewlet erkdar e ku îmkanatên perwerdehiyê ya belaş û xurayî bo hemûyan amade û berhev bike, heya dawiya dewreya navgîn, û îmkanatên xwendina bilind jî berhev bike heya asta xwebijêviya welat.

Girevgirtî gazindeyan dikin li binpêkirina xwendina belaş bo hemiyan, nestandardbûna xwendingehan, daketina berçav ya perwerdehiya welat, û lawaz û îdeolojîkbûna naveroka pirtûkên perwerdehiyê, zêdebûna hejmara dersxwanan di poleke xwendinê de, û nebûna bûdceya hewce ya perwerdehiyê. Mirina Dunya Weysî  dersxwana sala yekem ya dibistanê, di encama herifîna şûreya hewşa xwendingehê mînaka berçav û xûya ya guhnedana hikûmetê bi êminsaziya xwendingehan, û xirabiya zêde ji qas ya xwendingehan bûye.

Bi awayekî ku Mêhrullah Derexşan seroka Saziya nûsazî, vegeşandin û dana hemû îmkanatên hewce bi xwendingehan, di axatinekê d îdia kiriye ku nêzî %30 ji xwendingehên Îranê xirab û kavil in, û renge biherifin.

Helbet karnas û çalakên medenî li ser vê baweriyê ne ku amarên baskirî rastiyan nîşan nadin, û rewşa ji eva ku deshilat nîşan didin, xirabtir e, di demekê de ku mamosta wekî bibandortirîn texa di nava civakê de, ku zêdetirîn erk û wezîfeya xizmetkirinê bi zarokan li stûyê wan e, di tewahiya civakên pêşkevtî de wekî pêşeng têne dîtin, hêjayî jiyaneke baştir in. Ew ji destê destengiyê bêzar bûne, û heqdestê wan gellek kêm e, û li gora zehmeta wan ya perwerdehiyê nîne, û têra deh rojan jî nake. Ne tenê mafên wan têne binpêkirin, belku ji aliyê deshilatdarên rejîma Îranê ve dikevin ber bêhurmetiyê.

Tenê çend rojan berî niha bû ku Rûhanî di zanîngeha Tehranê de, serbarê van hemû arîşeyan,û rûdawên ku di encama rêveberiya xirab de pêk hatiye, û herwisa piştî siyasetên nerast ên navxweyî û derveyî, û aloziyên ku di herêm û cîhanê de pêk anîne, û aboriya bêserûber û pêkhateya kêrnehatî ya rejîmê, û rabûn û daketina “erz” ya çavkanîgirtî ji encama dewra destpêkê ya tehrîmên Amerîkayê, bi zimanê xwe yê hertimî, û bi dûr ji her îdeyeke piraktîkî, bas ji hêvîdarbûna bi dermankirinê kir. Te digot ka bi zarokan re daxive, bêxeber ji vê ku gotinên wan êdî tu guhdarek di nava civakê de nînin, û xelkê Îranê biryar dane ku wê birayara xwe ya micid di piraktîkê de bi cih bînin.

Gireva berfireh ya mamostayan û ferhengiyan û di van dawiyane de xanenişînan, û pêştir jî bazarî û kamyondar û ajotvan û kedkaran û …hwd, mînaka berçav ya kiryarên weha ne. Di vê navberê de, gireva mamostayan û ferhengiyan li gora taybetmendiyên xwe, û pêgeha bilind ya civakî ku piştevaniya piraniya tex û qatên civakê pê re ye, wekî gireva 12`ê Banemerê ya sala 1340`î, ku bû sedema li ser kar vêdeçûna Şerîf Îmamî, û pêpkên deshilata serberedayî hejand, wekî qonaxeke  biçirûsk e, da ku qedera xwe, bi yekîtiya digel texên din ên civakê di pêşerojeke rohn de diyarî bike.