
Li berdewamiya çalakiyên berfireh ên teblîxî li 33emîn salvegra terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî li de, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi berdewmî çalkiyên teblîxî bi rê ve dibin ku beşek ji wan çalakiyan ev in:
Li bajarê Şinoyê de bi hilkefta 26ê Xermanan, 33emîn salvegera terora Mîkonosê, li gundên “Dêşems, Serderî, Qurûşawê, Xaltavê û bajaroka Nelosê, gundên Sêkanî, Siyawan, Tersebûlax, Gul Maweran, Girke Gul û Sengerê de çalakî bi rê ve çon.
Li bajarê Merîwanê jî çalakî berdewam bûn û li bilindahiyên pişta gund û goristana bajaroka Nê, çalakî bi rê ve çon.
Herwisa li bajarê bokanê de li têrmînala navendiya bokanê, Guzera Kûyê Bêhdarî ya Elîabadê, Zanîngeha Nûr, rêya li navbera Bokan Sayînqela, pişt Naleşikên, şeqama 30 metrî, tenîşt nexweşxaneya taze, guzera Qebrana Bokanê, herwisa li ser gora Şehîd Serwan Efşîn û gora şehîdên tevgera Jînayê, kûyê Mihemedî, Kûyê Ferhengiyan, Şeqama meydana Fûtbal û kolanên derdora wê, Bilwara Kurdistan, danişkedeya Perestarî, beşek ji şeqam û kolanên Mîravaya Bokanê û zanîngeha Îlmî Karbordî ya Mîrava, çalakî bi rê ve çone.
Herwisa li nav bajarê Rebetê de li şeqama Qazî Mihemed û herwisa gundê Gendumanê jî çalakî bi rê ve çon.
Hevdem digel çalakiyên bi boneya salvegera şehîdbûna Dr. Şerefkendî, xelkê azadîxwaze kurdistanê li salvegera şoreşa Jîna yê de jî ku 25ê Xeramanê 3emîn salvegera şehîdkirina Jîna yê ye hem bi avayekî berfireh li seranserî Kurdistanê çalakî bi rê ve diçin û hem jî, jinên pêşeng û xortên azadîxwaz, soz û peymanê digel armancên tevgera Jînayê, nû dikin.