Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li salvegera şoreşa Jînayê, li Norwêjê xwenîşandanek bi rê ve ço

12:03 - 16 Îlon 2025

Roja 22ê Xermaman a 1404 a Rojî, li sêyemîn salvegera tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de Hizb û rêkxiravên Rojhilatê Kurdistanê li ber deriyê wezareta Derve ya Norwêjê, xwenîşandanek berfireh lidar xistin ku komîteya Hizba Dêmokrat li Norwêjê li vê kombûnê de beşdariyek çalakakne hebû.

Xwenîşandan bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pagijê şehîdên doza rizgariya Kurd û Kurdistanê dest pêkir û peyama Hizb û rêkxiravên Rojhilatê Kurdistanê bi zimanê Kurdî û zimanên Farsî û Norwêjî hate pêşkêşkirin.

Herwisa “Hizba Xelkê Belûçistan û Hizba Şêwreaya Hevpeyvendiya Belûçistanê li Norwêjê” peyamên xwe bi hilkefta sêyemîn salvegera şoreşa Jînayê pêşkêş kirin û li berdewamiya vê xwenîşandanê de çendîn sirûdên hemasî ji aliyê çend hunermendan ve hatine pêşkêşkirin û alaya Kurdistanê hate bilindkirin û hejmarek durûşm bi zimanên Kurdî, Farsî û Norwêjî hatine dan.

Li vê xwenîşandanê de, endamên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, Nûneratiya Komelê li derveyî welat, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, Partiya Serbestî ya Kurdistanê, Rêkxirava demokratîk a Yarsanan, Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Azada Kurdistanê, jî beşdar bûn.