Kurdistanmedia:karbidestên girtîgeha bajarê Mihabadê pêş li tîmar kirina pizişkî a girtiyek siyasî ê xelkê bajarê Bokanê girtine.
Li gor nûçeya Kurdistanmedia: QasimRehîmîazer di girtîgeha Mihabadê de tuşî nexweşiya “Sêl” û “Hesasiyeta Pêst” hatiye û jibo çaresr kirinê divê biçe derveyî zîndanê.
Rewşa saxlemî a Qasim gelkî xirabe û roj bo rojê ber bi xirabûnê diçe û egera nexweşiyên din heye ku canê navhatî bixe metirsiyê.
Karbidestên girtigeha Mihabadê heya niha îzana çareseriyê bi girtiyê han nedane û deme ku navhatî daxwaza çareseriyê dike wî jibo jûra take kesî vegohastibûn.
QasimRehîmîazer, karmendê nexweşxaneya bajarê Bokanê ku li berwar 7’ê Adar a 2011’an bi sedema alikarî û endametî li partiyek Kurdistanî de ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hat destbiserkirin û bo îdareya Îtilaata bajarê Bokanê hat şandin. Lê piştî heyamekê hat azad kirin.
Qasim Rehîmîazer li berwar 13’ê Çirîya Paşîn a 2011’an bo careke din ji aliyê hêzên Îttlatî hat girtin û seva alikariya partiyek Kurdistanî bi 4 salan girtinê hate mehkûm kirin.