Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek siyasî yê Kurd di hepsê de canê xwe ji dest da

17:13 - 5 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Girtiyek siyasî yê Kurd piştî 21 salan hepsê di girtîgeha “Gewherdeşt”a Kerecê de canê xwe ji dest da.
Li gor rapora Çalakên Mafên Mirovan û Demokrasiyê di Îranê de, girtiyek siyasî yê Kurd bi navê “Mihemedmehdî Zaliye” seba îşkence û azarên meimûrên rejîmê di heyamê 21 salan di girîtgehê de tûşî nesaxiyê bibû û ji pêragihîştina pijîşkî bêpar mabû, canê xwer ji dest da.
Navbirî nêzîk 21 salan di girtîgehên Urmiye û Gewherdeşta Kerecê de hepsî bûye.
Li gor rapora han berpirsên girtîgehê berdewam pêşgirî ji çareseriya pijîşkî ji “Mehdî” re kirine heya ku nesaxiya wî gihîş cihen bê veger. Di rojên dawiya emrê wî de ji bo ku berpirsên girtîgehê xwe li hember cinayetên li ser wî girtiyê siyasî yê Kurd bêtawan bidin xuyakirin, ew rakirin nexweşxaneyê.
Di girtîgehên Îranê de ji lêkolîn bi armanca zecirdana girtiyên siyasî bi awayên hovane û pêranegihîştina dermanî û pijîşîkî heya sitandina canê wan mifah tê sitandin.
Li gor çalakên mafên mirovan, di yek meha derbasbûyî de 10 heya 15 girtiyên siyasî di gitîgehên rejîma Îranê de canê xwe ji dest dane.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê