Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd ji bo girtîgeha bajarê Erakê hat veguhestin

16:06 - 19 Tebax 2015

Kurdistan Meida: “Simko Xilqetî” girtiyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê Mehabadê ji girtîgeha Êvîn a Tehranê ji bo gitîgeha Erakê, hate veguhestin.

Li gor rapora Malpera Kurdistan Media, “Simko Xilqetî” girtiyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê Mehabadê ye û di benda 7 ya girtîgeha Êvîn a bajarê Tehranê de binçavkirî bû, roja sêşemî, 18’ê Tebaxa 2015’an, (27’ê Gelawêja 1394’an ya rojî) ji bo zîndana bajarê Erak’ê hatiye veguhestin.

Simko Xilqetî ku bawerînameya karnasî ya endazyariya Mîtalojiyê heye, di binkeya navikî ya bajarê Erak’ê wekî endazyar mijûlê kar bû û di 28’ê Befranbara 1388’an de, di wê binkeya navikî de ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaata rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin.

Xilqetî wê piştî ku hatibû binçavkirin, ji bo benda 209 ya girtîgeha Êvîn’ê hatibû veguhestin, û piştî îşkence û givaşên zêde, ji aliyê berpirsên girtîgeha rejîmê ve, ji bo midehekê di girtîgeha Recaî Şehr û dûre jî di benda 350 ya zîndana Êvîn’ê de li destbiseriyê de bûye.

Ew girtiyê Kurd ji aliyê dozgeriya Şoreş (Înqlab)a bajarê Erak’ê, bi tometa alîkarîkirin ji gel yek ji Hizbên Kurdî yên Opozsîyonên rejîma Îranê, 15 sal cezayê hepsa teizîrî bi ser de hatiye sepandin û hukmê wî jî ji aliyê Dîwana Bilind ya wî welatî ve hatibû pejirandin.

Simko Xilqetî zewicî ye û keçek temen 11 salî jî berhema jiyana hevpar a wî ye.