Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên siyasî

18:20 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Şehab Xalidî
Niha 28 girtiyên siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de, dest bi girevê kirine, û daxwazkar in ku berpirsyarên girtîgehê wan ji girtiyên tometbar bi bazerganiya bi maddeyên hişber re cuda bikin, û herwisa di dema hatina malbatên wan de, wan azar nedin.

Bê guman ew helwêst û kiryara wan girtiyên siyasî cuda ji vê ku riya herî aram û bi dûr ji tundûtîjiyê ye ji bo baskirin ji kêşe û arîşeyên xwe, di heman demê de diselimîne ku ne tenê di girtîgehên rejîmê de girtiyên siyasî hene, belku ew girtî di bin zulm û zordarî û îşkenceyên bêrehmane de ne jî.

Her di vê derheqê de nûnerekî Meclîsa Şêvra Îslamî ya Îranê bi navê Abid Fetahî, radigehîne ku emê kêşeyên wan çareser bikin, û wan mafê vê heye ku boçûna xwe bi eşkereyî bas bikin, lê di bersiva vê pirsiyarê de ku gelo hekî eşkerekirina bîr û boçûnan di nizama we de azad e, çima ew kesane hatine girtin, dibêje ku: “Di nizama me de yasa heye, û li gorî yasayê kar tê kirin”.

Yanî kes nine ku nezane di Komara Îslamiya Îranê de çiqas mafên xelkê welat tê binpê kirin, û kes nikare baweriyê bi gotinên nedirust yên karbidetsên vê rejîmê bike, lewra girîng ew e ku xelkê Kurdistanê wan girtiyan bi tenê nehêlin, û bi her awayekî ku ji destên wan tê, piştevaniya xwe ji wan girtiyan nîşan bidin, ji ber ku ew hereketa wan cihê şanaziyê ye, û ew bi piştevaniya xelkê Kurdistanê û tewahiya azadîxwazan li her ciheke cîhanê wê bikarin karbidestên rejîmê neçar bi paşvekêşê bikin.

Lê eşkere ye ku hekî piştevanî ji vê hereketa medenî û aştîxwazane nehê kirin, rayedarên rejîmê wê dest bi serkut û îşkencekirina wan girtiyan bikin, ku di wan çend rojan de dilê celadên girtîgehê êşandine, lewra bi yekdengiya Kurd û Kurdistanê, wê girtîgeha Urmiyê bikare bibe kelha berxwedanê.