Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpên ser bi rejîma Îranê li Îraqê, gef li Herêma Kurdistanê xwarin/ Herêma Kurdistanê jî bi tundî bersiv da

11:36 - 24 Gulan 2022

Girûpên çekdar yên girêdayî rejîma Îranê li Îraqê ku bi navê “Desteya Hevahengiya Berxwedaniya Îraqê” ne, di nûtirîn daxuyanî de gef li Herêma Kurdistanê xwarine û Herêma Kurdistanê bi cihê rahênana leşkerên Îsraîlê tohmetbar kirine. Lê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bersiva wan grûpan da û ragihandiye “her destdirêjiyek li ser Herêma Kurdistanê, dê bacek wê ya giran hebe.”

Hejmarek ji girûpên çekdar yên girêdayî rejîma Îranê ku di bin navê “Desteya Hevahengiya Berxwedaniya Îraqê” de kiryarên terorîstî dikin, li nûtirîn daxuyaniyê de Herêma Kurdistanê tohmetbar kirine û dane zanîn: “Herêma Kurdistanê bûye cihê rahênana hêzên Îsraîlê û têkdana asayişa Îraqê.”

Herwisa li daxuyaniya wan girûpan de hatiye: “Em dizanin desthilatdarên Herêma Kurdistanê hewlek xirab hene û ev agirê ku dixwazin geş bikin, dê pêş xelkê din bişewitin û tenê şikest bo wan dimîne.”

Lê Herêma Kurdistan jî li hember wê daxuyaniya girûpên terorîst bêdeng nema û Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi tundî di daxuyaniyekê de ragihand: ““Li vir em ji wan re radigihînin ku her destdirêjeyek li ser Herêma Kurdistanê ku statuyeke destûrî ya di nav Îraqê de ye, dê bacek wê ya giran hebe. Wan ders ji dîrokê wernegirtine, eger na ew dizanin ku hêzên ji wan mezintir û biçektir nekarîn vîna gelê me bişikînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li berdewamiya daxuyaniya xwe de gotiye: ““Grûpeke bi navê Desteya Hevahengiya Berxwedana Îraqê ku ji me re zelal û eşkere ye kê wan han dide, di daxuyaniyekê de komek tohmetên bê bingeh diavêjin û gefê li Herêma Kurdistanê dixwin. Ew gef ne nû ne û di pratîkê de heta niha li deverên cuda yên Îraqê çi ji destê wan hatiye bi handana hêzên derve kirine û berhemên wan ji bo Îraqê tenê wêranî û alozî bûye.”

Spaha Pasdaran a terorîst jî, bi çendîn mûşekan bi hênceta hebûna hêzên Îsraîlê êrîş kire ser mala sermayedarek Herêma Kurdistanê û wê Saziya terorîstî li 13`ê Adara 2022`an ew êrîşa bi fermî gire stuyê xwe. Lê paşê rapora perlemana Îraqê eşkere kir, ew cihe mala sermayedarekê bûye û divê Îran tohmetên ku kirine îsbat bike.