Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê hêdî hêdî dibe şorekat

12:48 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Moitesem Nûranî


Gola Urmiyê mezintirîn gola navxweyî a Îranê û duyemîn gola sûr (şor) a cîhanê ye. Gola han li bakûrê rojavayê Îranê de hilketiye, bi awayekê ku sînorê rojhelatê Kurdistanê ji hêla talog a gola Urmiyê re derbas dibe. Herweha piraniya bajarên kurdakincî ên Kurdistana Îranê cîranê vê behrê ne.Bajarên weke Selmas, Urmiye, Pîranşehr, Şino, Nexede, Mehabad û Miyanduav dikevine rojava û başûrê rojavaya vê golê.

Nemaze beşa herî zaf a ava behra Urmiyê ji rûbarên Kurdistanê weke: Cexetû, Tetehû, Gader, rûbarê Mehabadê, Nazlû, Berandêz, Şeher çay û Zolaçay pêk tê. Hêrodêt li pirtûka xwe de basa qewmek bi navê Matîno dike ku li derdora vê golê de jiyan kirine.

Ew nav ji Mantiyane nizîk e û Mînoriskî dibêje Mantiyane heman Manahay yan Mad in ku li derdora gola Urmiyê û devera zagrosê de jiyane. Pûrdawûd jî nivîsaniye ku gola han bi navê yek ji giravên çiyayî hatiye binav kirin ku jêre dibêjin gola Şahî, ku heman Şaho ye û ji madan ve bi cî maye.

Gola han li warê pêgeha cuxrafiyayî li deverek şaz de hilketiye ku dîmen û ciwaniyek taybetî daye deverê. Him li warê seqa û him jî li warê xwezaya Kurdistanê cihek bixeml û dilrevîn e. Her ji kevnar ve av, lîm û lîteya vê golê li biyava pizîşkî de qazanca wê hebûye. Xelik ji dûr û nizîk ve bi taybetî li dawiya bihar û germiya havînê de him bi merema geştiyarî û him bi merema çareseriya nesaxiyan hatine derdora vê golê.

Çûnku him ava wê, him jî lîm û lîteya devbehrê ji bo çareseriya gelek nesaxiyan weke ya jinan, perasûyan, hestî û nesaxiyên kewil û bawesêriyê mifah jê tê standin.

Her ji kevnar ve gola han bi behra xwê hatiye nasîn. Ava wê yekcar sûyr e. Bi awayekê ku rêjeya xwê a wê nizîk bi 180 heya 220 gm li lêtrê de ye. Lê niha ji ber kêm bûna ava golê û tîratiya ava wê rêjeya xwê a wê gihaye 400- 450 gm li lêtrê de, bi qasekê ku ava wê kirîstalîze bûye. Tevî wê jî daketina ava golê bûye sedem ku 5 giravên vê behrê tevlî hişkatiya derdorê bibin. Gola han ji ber ku sûyr e tu jîndarek ji bilî Artimya têde najî ku xwedî nirx û buhayek zaf e.

Bi jinavçûna wan giravan zirar û ziyanek zaf bi heywanên kêwî gihîştiye. Ji ber ku li warê sirûştî û ekosîstem da rewşek gelek xirab û tirajidîk bi xwe ve girtiye. Çunku bi baldan bi rewşa xwezayî û jordeçûna pileya germê, jordeşûna rûniştiyên cîhanê, jiyana maşînî, gaza CO2 bûye sedema guhertinên kûr li ekosîtemê de.

Yek ji deverên avî, hesas û hestiyar ên Îranê, gola Urmiyê ye ku ji ber kêmiya baranê û hişkesaliyê, herweha çêkirina avbendên zêde li ser rûbaran, kulandina bîr û çalên avê li derdora behrê, afirandina riya Kelanterî li navqeda behrê û girîngtir ji hemûyan xemsariya karbidestên dewletî û birêveberiya nebaşe wan wusa kiriye ku ava vê golê roj li pey rojê ber bi hişikbûnê ve biçe. Çûnku her niha zêdeyî %70 a ava golê hişik bûye û ger pêvajoya han dirêjî hebe heya çend salên din bi yekcarî hişik dibe.

Bi hişikbûna gola Urmiyê ne tenê xelkê Urmiyê, belkî hemû xelkê Îranê dê zerermend bin û zirarek zaf bi daristan, rez û baxan, kiştukal, pez û malat, giya û jîndarên deverê bigihîje û bi milyonan ton xê bibe bi toz û ba û bi ser deverê de bibare û dê bibe deştek hişk û şorekat û ew bedevil û dîmena bixeml a sirûşta Kurdistanê ji nav diçe.

Vir de erkê hemû part û rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên mafên mirov e ku jib o rizgarkirina gola Urmiyê daxwaz ji rûniştiyên bajarên derdorê bikin ku bi lidarxistina mangirtin û xwenîşandanên aştiyane, karbidestên rejîmê neçar bikin ku hawriyekê ji gola Urmiyê bidin û ji bona rizgar kirina gola Urmiyê û mifahstandin ji alavên modern û darêtina pilanên guncaw û bilez pêşiya hişikbûna golê bigrin.

Ji ber ku eva pirsek gelek girîng e. Jînge û jînge parêzî li serdemê îro de yek ji basên girînge rojê ye. Ji ber ku bi hişikbûna vê deryayê rêjeyek berçav a xê bi cî dimîne ku eger û metirsiya sonamiya xê ne tenê bo Îranê, belkî zirarên wê bo welatên cîran jî heye, lewre dibe em tev de jêre nîgeran û xembar bîn û kar jêre bikin.