Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê û pirsên siyasî yên têkildar

15:03 - 23 Tebax 2012

Salar Pûrhacî

Asta ava gola Urmiyê di van salên dawîn de gihîştiye qasê xwe yê herî nizm û kêm, her diçe kirîza golê kûrtir dibe. Ev kirîza xurt û zuwabûna ava golê, ji xeynî ku xesarên mezin heta niha gehandiye jîngeha Urmiye û herênmên derdor, bû sedem jî ku hemû balinde û çûkên niştecih ên vê golê bo hertim koç bikin û êdî tenê dîmenên tirsa mirinê ji wê bicîh bimîne. Di rewşekê de ku ev gol dikarî bibe yek ji navendên sereke yên turîstan û geriyanê, kirîzek mezintir û bixoftir li pêşiya wê ye. Çunkî ger ew gol zuwa bibe, herî kêm nîvek ji Urmiye û deverên derdorên bajar ji nav diçin û bi milyon mirovên rûniştevanên vê parêzgehê û bajarên derdorê dê aware û koçber bibin. Divê em bizanin, eger bala pêwîst ji bo çareserkirina kirîza gola Urmiyê neyê dayin, ew jî mîna gola Oral ku 15 qat ji gola Urmiyê mezintir bû, rastî zuwabûnê hat, ev jîngeha giring û hezar salî bi tevahî û di bin siya hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji nav diçe.

Heta niha ne tenê ti hewildan di vê derbarê de negihîştine encamê, lê deng û rengê mirina xaka dîrokî û kevnar a Urmiyê tê bihîstin û dîtin. Yek ji sedemên sereke yên pêvajoya zuwabûna gola Urmiyê, çêkirina bendavên zêde ne ku li ser bingehek ne durist û plan û projeyên bê kêr ên dewletê bûne. Çêkirina wan bendavan ne tenê ti alîkariye ji herêmê re nekir, belkî bi qutkirina çavkaniya ava gola Urmiyê, ew xistin nav rewşek dijwar û bitxer ku pêşeroja wê zuwabûn e. 5 ji sêyê çavkaniya ava gola Urmiyê zuwa bûye û rêjeya şorbûna ava golê gihîştiye 350 mîlîgram di hr lêtrekê de. Eva di rewşekê de ye ku li dehsala 1970`an ev rêje gihabû 80 mîlîgrem. Wisa dixuye ku di bin siya rêveberiya hikûmeta olî ya Îranê dê ava gola Urmiyê zuwa bbibe û jîngeha derdorê ji nav biçe.

Sedem û kiryara din a xerab û neberpirsane ku dewletê meşand, çêkirina pira `Kelanterî` bû ku li naverasta golê hate avakirin. Di rastî de ev pira ne pirek normal e, belkî tenê navê wê pir e, ji ber ku xakeke zêde rijandin nav golê û bi kiyar gol ji naverastê kirine du perçe ku vê proja ne durist û ne pêwîst zerar û xesarên mezin gihandine sîstema geriyana ava golê û pêkhateya hedrolîkî ya gola Urmiyê.
Ji dema ku zuwabûna golê weke gefek ciddî û bixeter di ray giştî de deketiye rojevê û xelkê sivîl nigeranê wê bûye, xelkê herêmê jî bi awayên corbicor nerazîbûnên sivîl derbarê xemsarî û kiryarên xerab û ne berpirsane yên ewletê ji xwe nîşan dane. Bo nimûne belavkirina pirr gotaran di rojaname û belavokên giştî de, lidaxistina festîvalên hunerî û wêjeyî derbarê mijara rizgarkirina gola Urmiyê, ragehandin beşdarî û civînên giştî û girseyî li kêlek û beravên gola Urmiyê ku ti yek ji van kiryarên sivîl û çandî bandorek berçav nekiriye ser rewşa golê. Hikûmeta Komara Îslamî jî ne tenê ti balek neda van nerazîbûnên bi tevahî aştîxwazane, belkî heta ji dest hêzên ewlekarî û leşkrî hat xelkê nerazî binçav û girtin û li xelkê dan û gef ji hevwelatiyan xwarin.

Rewşa desteserkiriyên nerazî bi gola Urmiyê


Piştî pêkhatina nerazîbûnên xelkê sivîl li Urmiyê û bajarên din li hemberî zuwabûna ava gola Urmiyê û derketina rewşa ewlekariyê, hejmarek zêde ji çalakvanên kurd û azerî yên Urmiye û bajarên din hatin girtin. Ligel ku hinek ji wan girtî li bajarên cuda bi danîna rehînên mezin ên darayî hatine azadkirin, lê hêj 15 kes ji hevwelatiyên binçavkirî li girtîgeha Tebrêzê derbas dikin. Ji aliyekî din hejmarek ji çalakvanên sivîl ji aliyê dadgehên şoreşê ve cezayên giran ên wek zindan, cezayê pere û lêdana qemçiyan hatine mehkûmkirin. Komek ji van girtiyên binçavkirî piştî derketin ji mehkemeyan, li pêşberî malbatên xwe rûbirûyê lêdan û bêrêziyê hatin. Piştî nerazîbûn li hemberî van liv û tevgerên leşker û hêzên ewlekariyê û dozvekirinê, dadgehên Komara Îslamî herwiha girtî bi cezayê pere mehkûm kirin.

Ji bo ku bikarin cezayên giran bidin çalakvanên nerazî bi rewşa gola Urmiyê, rayedarên hêzên leşkerî idea kirin ku pirraniya wan xwedî dosyên nebaş û sûcbar in li dadgehan! lê ev tenê behane bûn da ku wan çalakvanên sivîl û civakî ceza bikin. Tevgera hêzên dewletê ligel wan wek tawanbaran bûye!

Ji ber desthilatdariya îdeolojîk û dîktator li Îranê, hemû pirsên xwezayî jî li vî welatî reng û şeklek siyasî li xwe girtine û ev yek ji şaşfikirîn û sîstemek ne demokratîk, berçavtengiya ramana neteweyî - panfarsîzm û olî çavkanî digire. Pirsa gola Urmiyê jî ketiye bin bandora van ramanan û bûye pirsek siyasî û ti gavekê bi awayekî profesyonel nehatiye nirxandin û dahûrandin û aliyên neyênî yên pirsgirêkê nehatine şirove û zelalkirin, herwiha ti hewildanek ji bo çareserkirinê nehatiye avêtin. Ji ber ku di bingeh de desthilatdarên Îranê baweriyek bi pirsporî û xebatên profesyonel nînin û heta pirsên fîzîkî û sirûştî jî li gor ramana îdeolojîk û teng a xwe mêze dikin. Rayedarên dewletê bi van kiryaran û bi taybet ji ber balnedan û binpêkirina sîtematîk a maf û azadiyên neteweyên kurd û azerî, dixwazin vê pirsê siyasî bikin heta ku bibe hincetek bona girtina çalakvanên sivîl û siyasî yên azadîxwaz ên Kurdistan û Azerbaycanê.