Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotin û kiryarên rejîma Îranê ne wekhev in

14:18 - 27 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Wezareta Derve a Amerîkayê dewleta Îranê bi ne wekheviya kiryar û gotinan tawanbar kir û got Ehmedînijad li cihê gotinên şaîrane û hekîmane “bala xwe bide berpirsatiya xwe li hember mafên mirovan û nigeraniyên civaka navnetewî li ser bernameya navikî a xwe”.


Li gor rapora “BBC”, Serokkomarê rejîma Îranê di wî halî de tu amajeyek bi pirs û pirsgirêkên Îranê yan gumanên di rojevê de li ser bernameya navikî a wî wealtî nekir û di warê rewşa Sûriyê jî bêdengî hilbijart.
Alin Ayr, Berdevkê Farsîziman yê Wezareta Derrve a Amerîkayê got: “Gotin û kiryarên dewleta Îranê li dijî hev in”.
Navbiurî got ku di heyamê 8 salên Serokkomariya Ehmedînijad de di gotarên civînên navnetewî “bersivder nebûye û ev yek bûye seba xirabtirbûna rewşa hundirî Îranê û ew bersivdernebpûne di civaka cîhanî de di pêwendî li gel bernameya navikî a Îranê ew welat pêtir îzole kiriye.
Serokkomarê rejîma Îranê berê jî di civînek saziya “NY” de welatê Îsraîlê bi “hikûmetek saxte” da zanîn ku bû seba nerazîbûna Balyozê Îsraîlê û civîna han bicih hişt.
Di civîna îsal de, Ehmedînijad tiştek wusan di pêwendî li gel Îsraîlê de negot, lê Amerîka û Îsraîl di dema axaftina wî de beşdarî civînê nebûn.
Berdevkê Wezareta Amerîkayê sedema wê beşdarnebûnê bi gotinên Ehmedînijad ên “bêhuirmetî” di çend rojên derbasbûyî de da zanîn.