Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotûbêj bi armanca gotûbêjê, yan çareseriyê?

20:48 - 7 Gulan 2012

Şehab Xalidî


şarezayên pirsa navikî a Îranê li ser vê bawerê ne ku dema bas ji gotûbêjên navikî tê kirin, cuda ji wan gotûbêjên fermî û eşkere ku li ser pirsa navikî têne encam dan, hinek gotûbêjên nihênî jî li ser vê pirsa girîng û pirr kêşe li navbera Îran û Amerîka de hene, ku di rastî de her ew gotûbêjên nihênî ne ku berpirsyarên Îsraîlî nîgeran kirine.

Yekemîn lêdwana Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê piştî bidawîhatina civîna Îstenbolê û tometbarkirina Obama bi dana poanan bi Îranê li ser pirsa navikî, şik û gumanek zaf di nav bîrûraya giştî derheq rastiya hebûna gotûbêjên nihênî li navbera Amrîka û Îranê, ku têde puan ji naliyê Amerîka ve bi rejîma Îranê hatibû dan, pêk anî. Ew nîgeraniya Netanyaho ji aliyê şarezayên vî warî ve ji dîtingehên curbicur ve girîngî pê hate dan, û hate nirxandin. Lê Obama serkomarê Amerîka ragehand ku tu lihevhatinek nepenî û veşartî di navbera me û wan de tunebûye û tehrîmên aborî ên me bi dijî rejîma Îranê vê carê gellek tund û şikênertir bûn.

Lê dema ku bas ji gotûbêjên eşkere di navbera Îran û welatên pênc zêde yek bi taybetî dawî gotûbêjên navikî ku li bajarê Stenbolê pêk hat, tê kirin, em dikarin bêjin ku renge lihevhatin li ser diyarîkirina cih û dema gotûbêjên Bexdayê - ew jî li civînekê de ku li gorî gotina şarezayan, alîkarî û teamol li gel yektir, cihê gefxwarinan girtibû tenê deskewta vê gotûbêjê be, ku ew yek jî vê rastiyê eşkere dike, ku rejîma Îranê gellek şarezayane gotûbêjê tenê bi armanca gotûbêjê encam dide, ne eva ku gotûbêjan bo çareseriya vê pirsa aloz û pirr kêşe bixwaze, ku renge li pêşerojê de her ew pirsa aloz û pirr kêşe, bibe sedema vê ku di cihê vê siyaseta ku bi siyaseta “ne şer ne aştî” li hember rejîma Îranê de hatiye naskirin, siyaseta şer bi dijî rejîma Îranê hilbijêre.

Lê eva ku çima her du aliyan ew gotûbêj ku encama vê tenê lihevhatina li ser diyarîkirina cih û dema civînê bûye, wek civîneke pozetîv nirxandine, vedigere ser du sedemên sereke, ku ya yekemîn ew e ku Komara Îslamiya Îranê dixwaze di vê rewşa pirr xirap a aboriya navxwe a Îranê de, ku bixwe afirandiye, ji aliyekê ve zext û guşara tehrîmên tund ên navnetewî ser xwe hilîne, û di hemen dem de jî cuda ji wergirtina hinek poanan ji Amerîka û welatên rojawayî, hem rewayiyê bo programa navikî a xwe li asta navnetewî de peyda bike, û hem jî bo destveanîna demê,bi armanca domandina programa xwe a navikî, vê xatircemî û xweşbaweriyê di nav welatên 5+1 de pêk bîne, ku wan amadeyiyek tewaw bo domandina gotûbêjên navikî heye.

Duyemîn sedema sereke jî ew e ku welatên Ewropayî jî ji aliyekê ve di nav kirîzeke cîhanî a aborî de dijîn, û daxistina pencereya dîplomasiyê û alozbûna rewşê carê ne di berjewendiya wan de ye, û li Amerîka de jî hilbijartina serkomariyê li pêşê ye û Obama hewcehî bi pêkanîna rewşek aram û dijî şer bo destveanîna dengê xelkê heye, jiber ku derkirina her biryarekê bi dijî Îranê ku şer lê çê be, bê guman bandora xwe wê li ser encama dengdanê hebe.

Di rastî de heke rejîma Îranê bikare li hemberî xatircemkirina Amerîka û Rojawayiyan ji aştîxwazanebûna programa navikî hinek poanên wek mehandina oranyomê bi çiriyek kêm wergire, bê guman ew poan di vî warî de ku rejîm dikare aliyê kêm rewayiyeke navnetewî li warê dosyeya navikî bidestve bîne,û herweha ji wan gefên ku dijî damezravên navikî li holê de ne, kêm bike, ew yek wê deskevtek baş û pozetîv ji bo rejîmê be, lê di rastî de Amerîka û Rojawayî jî daxwaza poanên wek desthilgirtina ji piştevanîkirina girûpên tundrew ên îslamî li herêmê û beşdarînekirina li tepeseriya xelkê nerazî li Sûriyê de ji deshilatdarên rejîmê dikin, ku li gorî vê nasyariya ku me ji vê rejîmê heye, gellek zehmet e ku poaneke weha bide aliyê hember, ji ber ku ew rejîm ne xwe girêdayî wan sozên ku dide dibîne, ne jî bi bê pêkanîna kirîzan dikare bijî.

Domandina wan gotûbêjan xesarkirina demê bi qazancê rejîmekê ye ku dikare bi dana sozên bi direv bi rojawayiyan, programa xwe ya navikî li rasteriya armancên nemirovî û deshilatxwazane ên xwe de ber bi pêşve bibe, her çend ku Obama ragehandiye ku “pencereya dîplomasiyê hêdî hêdî tê daxistin, û dem ji bo bersivdana bi xwastekên navnetewî sînordar e, û heke rejîma Îranê bi dûr ji çavdêrîkirina lêgerên “IAEI” li ser programa we ya navikî berdewam be ew wê bi gemaroyên tund û şikênertir re berbirû be”.