Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

... Gotûbêjek digel rêzdar Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî

14:51 - 16 Hezîran 2015

Gotûbêjek digel rêzdar Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq êrîşa vê dawiyê ya PKK’ê li ser pêşmergeyên PDKÎ

H: Şehab Xalidî

Pirs: Çima PKK êrîşî ser pêşmergeyên PDKÎ kir?

Bersiv: Biryar bû ku tîmeke me ji bo pêkanîna têkiliyan bi xelkê Rojhilat re vegere navxwe ya welat, lê dema ku ew gihîştin sînorê di navbera Rojhilat û Başûra Kurdistanê, ji aliyê gerîlayên PKK ve pêşiya wan hate girtin. Bona vê ku bûyereke nexweş di navebra wan de rû nede, ji riya hevalên herdu aliyan ve me hewl da ku em pêşiya bûyerên nexwastî bigrin, lê mixabin berpirsyarên PKK bersiva daxwaza me bi gefxwarinan dan, û ragehandin ku dibe di heyama 24 demjimêran de herêmê bi cih bihêlin, ji ber ku ew herêm herêma parastina medya ye, û di bin kontrola wan de ye, û Îran jî di vê derheqê de, zextê dixe ser wan, lê ew herêm xaka Herêma Kurdistanê ye û parastina wê, ne di stûyê PKK de ye.

Piştî wan hewlan me biryar da ku wekî Deftera Siyasî ya PDKÎ nameyekê ji bo Konseya Serokatiya PKK bişînin, û tevî baskirina ji hestiyariya rewşê me daxwaz ji PKK kir ku em bi diyalogê kêşeyên di navbera xwe de çareser bikin, ku dîsan tu bersivek tunebû, û di encam de êrîşî ser pêşmergeyên PDKÎ kirin û di vî şerî de mixabin pêşmergeyekî me şehîd ket, û sê pêşmerge jî birîndar bûn.

Pirs: PKK ku berdewam bas ji vê dike ku ew neteweyî bîr dikin, û mafê wan e ku di her perçeyeke din ya Kurdistanê de xebatê ji bo azadî û bergiriyê bikin, çima vî mafî nadin xelkê din?

Bersiv: PKK ji kongireya nehemîn ve ku di sala 1984’an de lidarxistin, pêwendiyên xwe bi Îranê re germ û gurr kirin, û ji kongireya sêyemîn şûnda bingeha dostatiya stratejîk di navbera xwe û Komara Îslamiya Îranê de darêtin, û di gellek ji gotûbêjên berpirsyarên PKK de vê dostatiya stratejîk reng vedaye.

Ew carina dibêjin ku hemû dagîrkerên Kurdistanê wek hevdu nînin, û di vê derheqê de, Komara Îslamiya Îranê wekî dostê Kurdan bi nav dikin, û dibêjin ku Komara Îslamiya Îranê dibe bo hemû beşên Kurdistanê siyasetê diyarî bike.

Ji aliyekî din ve derbazbûyiya PKK ew yek selimandiye ku hekî ji destên wan bihê, ew hez ji hebûna tu hêzeke Kurdî nakin û dixwazin ku hemû parên Kurdistanê di bin deshilata wan de bin, û tab û tehemula tu kes û aliyekî din nakin.

Berpirsyarên PKK di dawî axivtinên xwe de ragehandine ku serdema dewlet-netewe derbas bûye, û ew xebatê dikin ji bo demokrasiyê, ku demokrasiya wan jî eva ye ku em dibînin, û ew qebûl nakin ku tu hêz û aliyekî din di wan herêmên bin deshilata wan de çalakiyan bikin.

Herwis di van herêman de jî ku deshilata wan tuneye hewl didin ku partiyên destçêkirî çêbikin, yan jî kantonan ava bikin.

Pirsyar: Çima PKK tenê nûnerekî xwe di pileyeke xwartir de şandibû civînê, û di asta serokatiyê de tu kes ji wan nehatibûn?

Bersiv: Ya baş ew bû ku ew pirsyar ji PKK hatiba kirin, lê ew qasî ku vedigere ser me, dikarim bêjim ku bi sedema nîgeraniya me di vê derheqê de, û eva ku em dixwazin bi riya diyalogê kêşeyan çareser bikin, û girîngiyê jî bidin daxwaza navbeynkaran, me bi heyeteke mezin beşdarî kir, lê PKK di asteke xwartir de beşdarî kir, û ew yek jî bi du şêweyan dikare bê şirovekirin:
1-Micidnebûna wan ji bo çareseriya pirsgirêkê, ku hêvîdar im ew şiroveya rast nebe.

2-Bona vê ku ew nûnerê wan nekare tu biryarekê bide, û vegere cem serokatiyê, û vê pirsê zêdetir şirove bikin.

Pirsyar: PKK li ser vê baweriyê ye ku destê derekî di vê bûyerê de hebû, ji bo derbelêdana li PKK û bandordanîna li ser hilbijartinên Tirkiyê?

Bersiv: Têkiliya PDKÎ di gel partiyên siyasî û heya dewletan jî, li ser vê hesabê nehatiye avakirin, ku biryarê ji tu aliyekî li dijî aliyekî din werbigre.

Ew çewtkariyên PKK ji vê zêdetir ku zanyarî bin, bona veşartina vê tawana mezin e ku derheq pêşmergeyên PDKÎ û tevgera Rojhilata Kurdistanê kirin.

PDKÎ niha jî xeynî Herêma Kurdistanê digel tu yek ji welatên derdorê di nav têkiliyan de nine.

Bi sedema jeopolîtîka Kurdistanê tevgera her yek ji beşên Kurdistanê ji bo ber bi pêşvebirina karên xwe, pêwendî bi welatekî cîran re danîne.

PDKÎ ji mêjve ye ku ragehandiye bi şert û mercekê ku pêwendiyên me li dijî Kurdên perçeyên din nebin, emê pêwendiyan danên.

Her di vê derheqê de piştî herifîna deshilata Sedam Husên di Îraqê de, tu belgeyek li ser PDKÎ nehate dîtin ku li dijî Kurdên Başûra Kurdistanê be, û PDKÎ alîkariya rejîma Îraqê kiribe, lê berevajiyê vê belge li ser alîkariya bi Kurdan re hebû.

Di vê derheqê de hekî me zirar jî dîtibin, em pê serbilind in.

Pirsyar: Peyama we ji bo endam û alîgirên PDKÎ di vê qonaxa hestiyar de ku PDKÎ dixwaze nêzî wan be, û bi hev re li dijî zulm û zordariyê xebatê bikin çiye?

Bersiv: Peyama min ji bo endamên tekoşer ên PDKÎ ew e ku em daxwazkarê şer di gel PKK û tu hêzeke Kurdî nînin, û nabin jî, û xeynî Komara Îslamiya Îranê ku dijminê maf û azadiyên xelkê Kurdistanê ye, em tu aliyekî din wekî dijminê xwe nahesibînin.

Daxwaza me ji PKK ew e ku di cihê pêkanîna astengiyan li ser riya me alîkariya me bike, ku bi baweriya min di vê siyasetê de wê qazancê bike.

Lewra hûn jî dibe her di çarçoveya vê siyasetê de kar bikin û şerê Kurd li dijî Kurd şermezar bikin.