Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Grûpên çekdar ên terorîstî li Rojavayê Kurdistanê dest bi ser 20 dukanên xelkê Serê Kaniyê de girtin

10:16 - 13 Kanûna pêşîn 2021

Li gor nûçeyên belavbûyî, roja 11`ê Kanûna Pêşîn, girûpên terorîstî ên ser bi Tirkiyê, li bajarokê “Til Helef” ku 2 KM rojavayê “Serê Kanî” yê Rojavayê Kurdistanê hilkevtiye, dest danîne ser 20 dukanên xelkê wan navçane.

Hatiye belavkirin ku ew girûpên terorîstî heta niha çendîn caran gefa kuştinê ji wan kesên ku girêdayê wan nînin xwarine.

Di vê derheqê de girûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê çend roj berî niha li bajarê Efrînê 5 welatiyên Kurd ku 2 ji wan Kurdên Êzidî bûn, revandibûn.

Piştî êrîşên girûpa terorîstî ya DAÎŞê li ser axa Rojavayê Kurdistanê, ew herêmane hertimî di bin gefên girûpên terorîstî û nemaze hikûmeta Tirkiyê de bûn.

Di encam de, li 18`ê Adara 2018an girûpên terorîstî yên ser bi Tirkiyê û Artêşa wî welatî, êrîşek berfireh bo ser bajarê “Efrîn”ê kirin û ew bajar kevte destê Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar; piştî vê êrîşê bi hezaran kes ji xelkê xwecihî avare bûn.

Ev yeka dawiya şer nebû û li Cotmeha sala 2019`an di encama êrîşeke berfireh a Artêşa Tirkiyê û girûpên terorîst ên ser bi wî weletî, “Serê Kanî” digel bajarê “Girê Spî” hate dagîrkirin.

Di wan deverên dagîrkirî de Kurd rojane şahidê sedan karesat ji wan dizîna ajel, dizîna xelkê sivîl, teqînên bombe û destbiserdagirtina dahat û mal û halên xwe ji aliyê wan girûpan re didin.