Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Havwilatiyek Kurd ê Selmasê bi 5 salan Zîndanê hate mehkûm Kirin

14:11 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Meha derbas bûiy hevwelatiyekî Kurd ê xelkê herêma Selmasê bi 5 salan hat mehkûm kirin.
Li gor nûçegehaniya Hirana, çalakvanên mafên mirovan ragehandin, Ferhad Pinîrik kurê Çergez akinciyê gundê “Birşxûran”a ser bi şeristana Selmasê ji aliyê dozgeriya Înqilab a şeristana Selmasê bi twana ewlehiyê bi 5 salan hat mehkûm kirin.
Ferhad Pinîrik ku berê ji aliyê hêzên ewlekarî ên rejîma Îranê gazî û hatibû destbiser kirin, meha derbas bûyî dîsa li gor dosiyeya hetiye çêkirin bi sûçê ewlehî hat mekûm kirin.
Hukmê han piştî 20 rojan li haydar kirin û nerazîbûna girtî û daxwaz jibo pêdaçûnê divê bihê birêve birinê .
Rejîma Îslamî a Îranê hevwelatiyê Kurdên wî bajarî bi sûçên cûr bi cûr destbiser dike û bê rêziyê bi kesayetiya wan dike.
Girtin û destbiser kirina wilatiyan û îzn nedan bi hevdîtina wan û malbatên van,li dijî destûra Îranê ye, bi taybetî hin caran karbidestên rejîma Îranê li dana nûçeyên rast li ser rewşa saxlemî a girtiyan xwe diparêzin.