Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hawara bêdengiyê!

15:59 - 5 Şibat 2020

Kerîm Perwîzî

Desthilatdarên dîktator, hertim hildana dengê nerazîtiyê weke tawaneke mezin dibînin û wan kiryaran hêjayî tev sizayan dibînin. Tawanbar û dîktatorên weke Xamineyî û sîstema dijî mirov û dirinde a welayeta feqîh, dixwazin hemû welatî guh bidin wan û tenê van karan bikin ku ew dixwazin û qet dengekî dijber ji wan dernekeve.

Dema ku civak, tevgerekê li dijî xwestekên hikûmeta tûtalîter pêk tîne, ev tevger weke parazîteke mezin bandorê dike ser mejî û hizra cemidî a desthilatdaran û ewê bi xurtî li hemberî wan derkevin. Ji bo mînak rejîmê di kuştara Xezelwera îsal de bi tundtirîn şêwe hovîtî û dijîmirovbûna xwe nîşan da.

Lê belê tenê riyek ji bo çalakî û nîşandana nerazîtiyê li pêşberî civakê nîn e. Her civakek riyên nû û taybet ji xwe re dibîne ji bo ku dîktatoran ji nav bibe.

Van rojan careke din sîstema Komara Îslamî li şanogeriya hilbijartinan nêzîk dibe da ku dîsa ruxsarek destkird ji xwe re ji sindûqên xapînokiyê berhem bîne. Bi vî awayî ew dixwazin kesên ku bi van xapînokiyan ji sindûqan derdikevin, weke nûnerên Meclîsa rejîmê bidin nasandin. Ji bo vê armancê jî car din hin mijarên kevn derketin holê.

Pêşîneya tijî derew a rejîmê û ezmûna zêdetirî çil salan nîşan dide ku meclîs di vê sîstemê de şano ye û tenê rê tê dayîn pasdar tê de beşdar bibin. Hin kes hene ku dibêjin take çareserî ev e ku em bikarin di riya hilbijartinan de hewl bidin hin tiştan dabîn bikin da ku tevgera siyasî ber bi tindiyê ve neçe û welat nekeve nav agir. Herwisa ew kes, hin hêncetên din jî tînin da ku xelk neçar be bejna xwe li hemberî dîktator bitewîne.

Dingekî din jî dibêje baykotkirin, rewşê naguhere û wê rejîm, moreyên xwe bişîne meclîsê. Ew îdiayê dikin ku baykotkirin, wê karê rejîm hêsan bike û divê di navbera xirabtir û pir xirabtiran de, kesên xirabtir bêne hilbijartin da ku rê li ber rejîmê bê girtin!

Lê belê ev ne rastiya mijarê ye. Di rastî de beşdarînekirin di hilbijartinan de û dengnedan bi celadan, hawareke din a civakê ye ku bi şêwazekî din tê hildan. Li welatekî ku desthilata mirovkuj, tenê zimanê gefê fêm dike û kuştinê jî weke riya çareserkirina pirsgirêkan dibîne, baykotkirina şanogeriyên vê rejîmê dikare koşka wan a ji pûşikan têk bibe.

Eger civak di vê rojê de beşdarî piroseya dengdanê nebe, bi vî awayî dikare dengê xwe ê nerazîtiyê hilde û ji cîhanê re bêje ku êdî siyasetên xapandinê ên rejîmê nikarin wan bixapînin.

Şamlû ji zimanê Margot Bîkl dibêje di bê dengbûnê de gelek tiştên negotî hene.

Di rastî de bêdengbûna xelkê di roja 2ê Reşemê de jî dikare hawareke mezin û dîrokî a xwestekên rewa bîne ziman. Bêdengbûneke berfireh li hemû bajaran û gireva giştî û çolkirina bajar di vê rojê de dikare bibe mezintirîn hawar û têkçûna sîstemeke rizî û gemar di mejiyê dîktator de deng vede.