Bi hilkefta cêşna Xawinkar, ez pîrozbahiyê li we hevwelatiyan bi taybet bawirmendê ola Yarî li Kurdistanê dikim.
Bawirmendên ola Yarî li Îran û Kurdistanê li jêr sîbera deshilata komara îslamî de berdewam li jêr givaş û çewsandina olî û netewî de ne. Komara îslamî hevdem digel serkuta maf û azadiya gelên Îranê bi giştî, bawirmendên ola Yarî bi taybet li Kurdistanê de zêdetir rastî jan û çewsandinê hatine û rêjîma Îranê hewla guherîna nasnameya ola Yarsanî daye. Li hember de ev beşa xelkê Kurdistanê ku hilgirê hejmarek taybetmendî û nirxên mirovî û netewî ne, serê xwe li hember xwest û îradeya komara Îslamî de neçemandin û mil bi milê xwîşk û birayên xwe yên Kurd, li pêxema mafê netewî û bidestveanîna azadiyên olî, xebat kirine.
Bi hilkefta cêşna Xawinkar, ez ji aliyê xwe û bi nûneratî ji hevçeperên xwe li Hizba Dêmokrat a Kurdistan Îranê jî pîrozbahiya vê cêşnê li hevwelatiyan bi taybet bawirmendên ola Yarî li Kurdistanê dikim.
Mistefa Hicrî
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
4ê Çiriya Paşîn a 2025