Roja Çarşemî 5ê Çiriya Paşîn a 2025, Rafael Grossi, birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li hevpeyvîn digel rojnameya “Financial Times” a Birîtaniyayê, ragihand ku dibe rêjîma Îranê bo rêgirîkirin ji zêdebûna dijheviyan digel welatên Rojavayî, hevkariyên xwe digel lêkolerên Saziya Netewên Yekgirtî gelek baştir bike.
Herwisa navbirî ev yeka jî got ku ji dema şerê Îsraîl û rêjîma Îranê ve derdora 12 lêkolîn li Îranê de kirine, lê bi lêkolerên vê Ajansê derfet nehatiye dan ku lêkolîn li damezrave û navendên bombarankirî yên wek “Netenz, Îsfehan û Fordo”yê de bikin.
Herwisa Rafael Gross ragihand, bi sedema vê yekê ku li Îranê de şer qewimiye, em nikarin cudatiyek bo vê rêjêmê dabinên û dibe rêjîma Îranê hemû erk û sozên xwe bi rê ve bibe û hekî rêjîm vê neke, em neçarin rabigehînin ku me hemû çavdêriyên xwe li ser bernameya navkî ya rêjîmê, ji dest dane.