Pêka rapora Reutersê, dewleta Alman hemû karên encumena îslamî ya bi navê “Muslim Înter Ektîv” qedexe kir û dest bi ser hemû darayiya vê encumenê de girt ku 7 milk li hamborg û 12 milkên din li bajarên Berlîn û îyaleta Hêsinî de bûn.
Encumena”Muslim Înter Ektîv” xwenîşandanên tundûtîj li ser şeqamên welatê Alman lidar dixistin û propaganmda dijî Îsraîlê û banghêjî bo dijayetî digel cihûyan û hewl bo cihgîrkirina xelafeta Îslamî dane.
Herwisa dewleta Alman ragihand ku lêkolîn bi ser 2 encumenên Misilmanên tundajo yên bi navên “Cênêrêyşin îslam û Rêalîtêt Îslam” de dikin.
Eleksandir Dobrînt ê Wezrê navxwe ê Alman ragihand ku em bi hemû şiyana xwe li hember wan kesan ku dijî Îsraîl û cihûyan kîn û bêzariyê belav bikin û bêrêzî bi mafên jinan û kêmîneyan dikin, dê bisekinin.