Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hebûna hesabên bikarhênerî yên berpirsên rejîma Îranê nerizayetiya berpirsên Amerîkayê li pey xwe ve anî

13:31 - 30 Gulan 2020

Hebûna hesabên bikarhênerî yên berpirsên rejîma Îranê li tora cîvakî a “Twîtter”ê de binpêkirina dorpêçên Amerîkayê ye û bangewazî bo tundûtîjiyê ye.

Hebûna berfireh a hesabên bikarhênerî yên berpirsên payebilind yên rejîma Îranê di tora cîvakî a “Twitter”ê de û banghêjiya wan bo tundûtîjiyê û banghêjî li dijî cihûyan, nerizayetiya berpirsên Amerîkayê li pey xwe ve anî û wan daxwaz li tora civakî ya “Twitter”ê kirine ku pêşî ji çalakiyên wan berpirsên rejîma Îranê bigirin.

Nûnerê Meclîsa Sena ya Amerîka, Senator “Têd Kurûz”, hebûna hesabên bikarhênerî yên rêberê Olî yê rejîma Îranê,“Elî Xamineyî” û Wezîrê derve yê wê rejîmê,“Mihemed Cewad Zerîf” di tora civakî ya “Twitter”ê de wekî binpêkirina dorpêçên Amerîkayê yên dijî rejîma Îranê da zanîn û daxwaz kir ku derheq çalakiyên wan di tora cîvakiya “Twitter”ê de lêkolîn bê kirin.

Herwisa navbirî bas kir ku “Elî Xamineyî” û ”Cewad Zerîf”, di bin dorpêçên Amerîkayê de ne û rejîma Îranê piştevanê sereke yê terorîsmê di cîhanê de ye.

Herwisa li ser wê mijarê, Koşka Sipî, “Twitt”a Elî Xamineyî ya dijî Îsraîlê dubare belav kir û ew bi nîşaneya banghêjî bo tundûtîjî ji aliyê terorîst û dîktatoran ve daye zanîn ku tora cîvakî ya “Twitter”ê di wê derheqê de ti karekî nake.

Heyamek berî niha jî Îsraîl û çend berpirsên Ewropayê û Amerîkayê, bi hegera belavbûna “Twitt”a dijî Cihûyan û banghêjî bo tundûtîjiyê, daxwaza daxistina hesaba bikarhênerî ya “Elî Xamineyî” di tora civakî ya “Twitter”ê de kiribûn.

Her di vê derheqê de, tora Civakî ya “Twitter”ê, hesaba bikarhênerî ya Şêwirmendê Serkomarê rejîma Îranê, “Hisamedîn Aşina” bi hegera binpêkirina yasayên wê tora civakî û herwisa afirandina aloziyan daxist.