Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejamra kuştiyên Sûriyê ji 16500 kesan derbas bû

22:00 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hejmara goriyên tun û tûjiyên Sûriyê di destpêka rabûna xelkê wî welatî de heya niha, ji 16 hezar û 500 kesan derbas bûye.


Li gor rapora nûçegihaniya “DW” û wergirtî ji Saziya Çavdêrên Mafên Mirovan a Sûriyê, di destpêka nearamiyên Sûriyê ve heya 16500 kes hatine kuştin.
Di wê heyamê de 11486 hevwelatiyên sivîl û 4151 kes ji hêzên rejîma Sûriyê û 870 kes ji eskerên cudabûyî ji Erteşa Sûriyê hatine kuştin.
Saziya Çavdêrên Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, roja Duşemî berwar 2’ê Tîrmeha 2012’an, 5 hevwelatiyên sivîl seba êrîşên hêzên Beşar Esed hatine kuştin.