Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejimara Penaberên Sûriyê 700 hezar kes derbas kiriye

12:38 - 30 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia:komîsaryaya penaberan a rêkxistina netewên hevgirtî bilav kir, hejimara awareyên Sûriye li wilatên cîran rû li zide bûnê kiriye.
Li gorî amara han, hejimara Penaberên Sûrî li wilatên cîran ku navên wan hatine tomar kirin,700 hezar kese derbas kiriye.
Zêdebûna hejimara Penaberên Sûrî di demekê de ye ku berdevkê Komisarya ya Penaberên rêkxistina netewên yek girtî,nûçeya birêveçûna konferansekê derbarê “alikariya Sûrîye li wilatê Kuwêytê bilav kirine.
Xatû Zîbile Wilîks got:li roja Yekşem berwar 8’ê Rêbendan heya niha bi deyan hezar wilatiyên Sûrî li Sînorên wî wilatî derbas bûne.
Hejimara penaberên Kurd ên Sûriye li herêma Kurdistanê de li 60 hezar kesan derbas bûye ku pitir ji 40 hezar kes ji wan li Kempa Domiz li parêzgeha Duhokê akincî bûne.