Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara kuştiyên şoreşa Sûriyê ji 30 hezar kesan derbas bû

13:38 - 27 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Serokê Çavdêrê Mafên Mirovan yê Sûriyê ragihand ku hejmara kuştiyên Sûriyê di dema şoreşa wî welatî de ji 30 hezar kesan derbas bû.


Li gor rapora malpera “Aralabiye”, Ramî Ebdullrehman Serokê Çavdêrê Mafên Mirovan yê Sûriyê di got û bêjekê de li gel nûçegihaniya “Firansa” got: Di 18 mehên derbasbûyî de di encama şoreşa gelê Sûriyê de pêtirî 30 hezar kes hatine kuştin. Ji wan 21 hezar û 534 medenî, 7 hezar û 322 kes ji hêzên rejîma Esed û 168 kes ji eskerên cudabûyî bûne.
Dijberên rejîma Sûriyê Navneda Nîzamî a rejîma Beşar Esed bi navneda tepeseriya xelkê didin zanîn û heya niha bo cara çarem ew navend kirine armanca teqînan.
Ji aliyek din ve jî Erteşa Azad a Sûriyê nûçeyê betalkirina pîlana terora Qasim Se’ed Fermandeyê wê Erteşê ji aliyê çend kesên ewlehiyê ve belav kir. Navbirî got: Dema ku karwanê Erteşa Azad, Qasim Se’ed bo Humsê vediguheztin, berbi rûy çend kesan bûne û piştî pevçûnekê û xesara êrîşkeran, Fermandeyê Erteşa Azad a Sûriyê ji terorê rizgar bû.
Erteşa Azad a Sûriyê bajarê Dêrezûrê xistin jêr top û gulleyan û piştre hejmarek malbat destbiserkirin û bi komî ew gulebaran kirin.