Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek hemwelatiyên alîgirê Yarsan li Tehranê hatin destbiser kirin

16:01 - 21 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Beriya ku xwenîşandana alîgirên ayîna Yarî bi nîşaneya nerazîbûnê li hember Meclîsa rejîma Îranê birêve biçe, hejmarek ji wan ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin dest bi ser kirin.


Li gor nûçeya gihîştî bi Kurdistanmedia’ê, piştî gazî û vexwendina ‘’civata rawêjkarî a çalakên Medenî ên Yarsan’’ li dor lidarxistina meş û nîşandana nerzanîbûnê li pêşberî awahiya Meclîsa rejîmê, gelek ji hevwelatiyên vê ayînê ji Kirmaşan, Îlam û Qezwînê ve ber bi Tehranê meşiyan.
Ew meşa nerazîbûnê ku qirar bû piştînîroya roja yekşemî, 28’ê Rezbera 1392’an birêve biçe, hêzên rejîmê berî ku dest pê bike 35 hevwelatiyên Yarsan ku ber bi Tehranê ve çûbûn, destbiser kirin.
Seyîd Emîn Ebasî, Mesûd Elmasî, Ferîd Sulêmanî, Humeyra Tahirî, Firêdûn Sipasî, Efşar Xaliqî, Arman Eliyûn, Hemdula Mehmûdî, Xelîl Qezwîne, Seyîd Emîr bêbakî, Xeyrula Heqcûyan, Ferîd tahirî, Mêhrab Esrafîlî, Îbrahîm Bezle, Ferşêd Nedîmî, Seyîd Hesen Efzelî, Ihsan Nadirî, Behmen Sebûrî, Dawûd Ezîzî, Bêhzad tahiriyan û Ebas Feqîrî hejmarek ji van hevwelatiyan in ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine dest bi ser kirin.
Du birayên Nîkmerd Tahirî bi navên’’ Qudret Tahirî û Rûhula Tahirî’’ ku li 15’ê Cozerdana îsal de li pêşberî girtîgeha Hemedanê de hewla xwe şevitandinê dabûn, li nava girtiyan de ne.
6772.jpg


Hîjayî gotinê ye ku nasnameya destbiser kiriyên din hêj nerohn e. Her çend hin ji raporan basa girtina 100 kesan dikin.
Piştî girtina van hemwelatiyan rewşek tam ewlehî ji aliyê hêzên emniyetî ên rejîmê ve li derdora awahiya Meclîsa rejîmê hatiyê pêkanîn.
Birîveçûna vê kombûna nerazîbûnê ji aliyê hevwelatiyên Yarsan ve piştê wê hat bêrêzî û sivikatî bi vê ayînê hatibû kirin û çend ji wan li hember pêregihîştin bi mafên xwe li çarçoveya Yasayê de dest avêtibûne kiryara xweşevitandinê.
Hêjayî gotinê ye ku berê jî çendîn civînên nerazîbûnê ji aliyê hemwelatiyên Yarsan ve birêve çûn, lê tu yek ji wan ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve nehatin bersiv dayîn.
6772.jpg