Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji kesayetiyên Îranî di nemeyekê de hevxemiya xwe ligel xwendekarên qutabxana Şînawê derbirîn

15:18 - 12 Kanûna pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Hejmarek ji Mamosta, Nuênerê pêştir ên parlimanê, Perêzer, Çalakvanên Siyasî û Sivîl, Xwendekar, Parêzerên mafên Zarok û Jinan, Hunermend , Nivîskar û Rojnamevanan ên Îranê ligel qurbaniyên qutabxana Şînawê hevxemî a xwe derbirîn.

Ligor zaniyariyên malpera Kurdistanmedia, li vê nameyê de hatiye, civaka mirovî demeke pir zehmet û dijwar heya niha derbaz kiriye û li hemû ew buyarane de zarokan zortirîn xisar bixwe ve dîtiye.
Bi dîtina dimenên zarokên Şînawê, bîrhata tal a zarokên qurbanîyê bombebaran kirina çekên şîmiyayî a Serdeştê bi bîr tê.
Ev kesayetiyane li beşek din a namê de nivîsîne, ev dayîkên cerg şewitî ku bi hezaran hêvî û xweziyan zarokên xwe danîne ber xwendinê, lê paşî demeke kurt ligel cestê şewitî yên zarokên xwe rûbirû dibin.
Ev kesayetiyene dawa ji berpirsiyarên pêywendîdar kirine, ku dawî yê bi erkê xwe yê naberpirsane bînin û pirsgirêkan çareser bikin.
Hejmara ev kesane ku nameya han wajo kirine 179 kese.