Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji sazyî û rêkxistinên kurd daxwaza betalkirina hukmê îdama Loqman û Zaniyar û çalakvanên Ereb dikin

14:40 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: 38 sazî û komeleyên mafên mirov û civaka sivîl li daxuyaniyekê de daxwaza betalkirina bidarvekirina 2 birayên kurd “Loqman û Zaniyar Mordî” û 5 çalakvanên Ereb dikin.
kopiyek ji vê daxuyaniyê ku bo malpera Kurdistanmedia hatiye şandin bas ji 38 sazî û komeleyên mafên mirovan û civaka sivîl dike ku daxwaz ji saziyên mafên mirovan ên navdewletî û hêzên azadîxwaz ên cîhanê kirine ku bi hewara girtiyên siyasî yên Kurd (Loqman û Zaniyar) û 5 girtiyên Ereb werin ku her dem egera darvekirina wan ji aliyê rejîma Îranê ve heye.

Loqman û Zaniyar Mordî ji sala 2009 ve bi tohmeta endamtiya partiyeke kurdî ê neyarê rejîmê û kuştina kurê melayê bajarê Merîwanê hatine girtin û cezayê îdamê li wan hatiye birîn.

Loqman û Zaniyar niha li girtîgeha bajarê Kerec ê Îranê de girtî ne.
di vê daxuyanê de bas ji bi hawar çuna 5 çalakvanên Ereb ên Ehwazê ku bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.
Haşim Şebanî helbesvan û wêblag nivîs, Hadî Raşidî mamostaê Şîmîê. Mihemed Elî Omerî Nijad wêblag nivîs û çalakvanê xwendekarî, Seyid Yabir Elbûşûke û Seyid Muxtar Elbûşûke,5 welatiyên Ereb in ku ji aliyê dezgeha Dadwerî a rejîma Îslamî a Îranê bidarvekirin hatine mehkûm kirin.