Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmerek kedkarên Kurd li bendawa Jawê a Sinê, li ser kar hatin derkirin

18:45 - 23 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Heftiya derbasbûyî 30 kedkar li bendawa Jawê a li ser herêma Jaweroya bajarê Sinê ji aliyê kompaniya “Moiteber”ê li ser kar hatin derkirin.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, rewta derkirina kedkarên Kurd li bendawa Jawe ê bileztir bûiye, bi awayekî ku li dema sê heta çar rojan de 30 kedkar li ser karê xwe hatin der kirin.
Li gor hindek ji kedkarên Kurd ku biryare li ser karê xwe bêne derkirin, heya derkirina vê nûçê rewta derkirinê berdewam û kompaniya Moiteber tu bersîvek mentiqî bo derkirina wan kedkarên Kurd tunine.
Çend meh berî niha 190 kedkarên girêbesta bendawa Jawe ya helkevtî li herêma Jawero ya sinê ji aliyê şîrketa “Moiteber”ê 4 meha bû mûçeya wan nehatiye dan, li ser kar hatin der kirin.
Ev kedkare ku nedixwast navê wî eşkere be, weha axivî: kompaniya “Moiteber” û endaziyrên bendawa “Jawe”yê xelkê ne xweçî ne û zor kedkarê xeyrî Kurd gel xwe anîne û yên ku derkirine hemû kedkarên Kurd bûn û heya niha çendîn mînakên wiha hebûne.
Kedkarê bendawa Jawey ê destpêka Sala 1390’an seba kêmiya mûçê û peşketina mûçên wan du car dest li kar kêşane û gireva bircîbûnê girtine.

2 şîrketên bendawsaz ên “jiyan” û “Muiteber”ê, û 4 salan de dest bi çêkirina bendawekî din bi navê “Jawe”yê li nêîzîk gundê “ Dere Kewle”a li herêma Jaweroya bajarê Sinê kirine û li vê demê de serbarî azar û eşkencekirina Kedkaran, komek arîşe bo hevwelatiyên herêma Jawero a Sinê çêkirin.