Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekarî/ 3 kolberên Kurd bi reniyê bûne qurbanî

19:42 - 15 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Du kolberên Kurd li sînorê Urmiyê seba hatina reniya befrê canê xwe ji dest dan û kolberek din jî bi tundî hat birîndarkirin.


Li gor rapora Kurdistanmedia, 3 kolberên Kurd bi navên Perwîz Dêhqan kurê Reşîd, Ziyad Dergeyî û Hesen Dergeyî kurê Sidîq, ku her sê xelkê gundê Pîrancixaa ser bi devera Soma Urmiyê bûn, roja 13\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, li devera Eşkevtana ser bi parêzgeha Hekarî a Kurdistana Bakûrê tûşî bûyera reniya befrê bûn û di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û yek din jî bi tundî hat birîndarkirin.
Ziyad Dergeyî û Perwîz Dêhqan di wê bûyerê de canê xwe ji dest dan û Hesen Dergeyî jî hat birîndarkirin.
Hesn Dergeyî seba ewê ku nav befrê de mabû lêngekî wî sirê biriye.
Şahîdek bi malpera Kurdistanmedia ragihand: 3 hemwelatiyên han di dema kolberiyê de li sînorê navbera parêzgeha Urmiyê û parêzgeha Hekarî tûşî wê bûyerê bûn, ku piştre hewl û mandîbûna xelkê deverê termên wan peyda kirin.

Herwiha şahîdê han da zanîn ku Perwîz Dêhqan birê yek ji pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.
Li gor serhejmariya Kurdistanmedia, di destpêka meha Sermawez a 1392\'a Rojî ve heya niha 13 kolberên Kurd li deverên cûr ba cûrên Kurdistana Rojhelatê bûne qurbanî.