Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla pir cihê şanaziyê, bo Hizba Demokrat çiye?

17:26 - 12 Tebax 2020

Nûredîn Sofîzade

Îsal di 25ê Gelawêjê de Hizba Demokrat medaliya pir serfirazî ya derbaskirina 75 sal xebata xwe ya rast û dirust a xwe, li ser sîngê xwe dide.

Hizbek ku di heyamê wan 75 salan de gorî derfet û şêwazên cuda cudaye xebatê, bê rawstiyan li ser hêla pirsa netewî ew xebat bi her şiklekî mumkin domandiye. Wê Hizbê di wî heyamê dûr û dirêj de gelek sextî û dijwarî û evraz û nişîv derbas kirine, lê bi îradeyekî roj bi rojê qahîmtir di qada xebatê de berxwedan kiriye û di wê derheqê de jî gelek nirxên mezin dane.

Heya niha hekî çi renge ew hizbe negihîştibe armanca xwe ku bi dest ve girtina mafê qedera gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de ye, lê eva girîn bi hebûna wê Hizbê gelek şanazî hatine tomarkirin û gelek destkevtên mezin bi dest ve hatine.

Bo mînak ew Hizbe bû ku karî pişt heyamekî kurt ji avabûna xwe ve, dewleta Kurd rabigihîne û mora çêkirina yekemîn dewleta modern li şiklê Komarî de, li ser rûperê dîroka xebata rizgarîxwazaneya gelê Kurd tomar bike.

Eva bû ku xwedî derketin ji pirsa netewî piştî şoreşa Simkoyê Şikak di Rojhilatê Kurdistanê de bû nasnama xebata wê Hizbê.

Piştî têkçûna Komara Kurdistanê jî, bi berevajiyê xebatên berê yên gelê Kurd, Hizba Demokrat gelek zû karî birînên xwe nojdar bike û bona gihîştina bi hemen armancê, di meydana xebatê de bimîne û bi hebûna xwe, nehêle gelê me bê hêvî be, nehêle îrada berxwedanê bimre, nehêle hesta netewî bitemire û kêm be, ji aliyekî dinê ve jî man û berdewambûna Hizba Demokrat di qada xebatê de, nehêla dijmin jî bigihîje xweziya xwe ku wisa bizane bi têkçûna Komara Kurdistanê, kariye agirê şoreşa Kurd bitemirîne û dengê mafxwaziya Kurdan bifetisîne.

PDKÎ bi heman îrada destpêkê ku hate avabûn, di heyamê wan 75 sal temenê xwe de alahilgirê xebata netewî demokratîk bûye û biger gorî qonaxan û guhartinan xwe pêşxistiye û roj bi rojê xwe pêşxistiye.

Hemî dijwarî û evraz û nişîvên ser rêka xebata wê hizbê tu caran nekarîne wê bêxne qedeman, yan hizba demokrat ji ber bandora guhartinan, ji hêla serekeye xwe û stratêjiya xebata xwe derkevtibe.

Mana li ser hêla xebata netewî ya wê hizbê hinde bandor hebûye ku hesta netewî di Rojhilatê Kurdistanê de ji ya hemî Kurdên perçên dinê yên Kurdistanê bihêztir e.

Yekitî û yekdengiya di nava xelkê Rojhilatê de heyî, renge bi wî awayî di çi yek ji perçên din yên Kurdistanê de nebe.

Xelkê Rojhilatê bi bandor wergirtin ji hêla netewî ya PDKÎ, tenê Kurdiniyê dikin û dilê wan hertim bo xweşî û nexweşiyên xwêşk û birayên me yên Kurd di parên din yên Kurdistanê de lêdide. Bê guma eva hemî “olguwergirtin” û peyrewîkirin ji hemen hêla netewî ya xebata PDKÎ bûye.

Evane hemî şanazîne û para zaf ya wan şanaziyan jî wedigere bo siyaset û hêla serrast ya xebata PDKÎ.

Şanaziyên PDKÎ gelek in û renge di gotarekî wiha de kes nekare wan bas bike.

Ez dikarim tenê tîtrwara çend mînakekan bînim:

Baweriya neguher bi pirsa netewî û hermana li ser wê hêlê, weke diyarîkirina stratêjiya bona gihîştina bi mafê netewî, îcar bi her şikl û şêwazekî mumkine çareseriya wê pirsê ku gelê Kurd bikare her bixwe qedera xwe bigre destê xwe.
Baweriyekî kûr bi demokrasiyê û demokratîzekirina civakê, pêkvejiyana hemî cudahiyên regezî, cinsî, olî, civakî, qatî, bawerî û siyasî.
Baweriyekî kûr bi dedperweriya civakî, weke li varê madî û siyasî û wekheviya jin û mêran, her lewma PDKÎ bona çêkirina civakekî bextewer di pêşeroja Kurdistana azad de, armanca “Sosyalîzma Demokratîk” wek erkê pêşerojê diyarî kiriye.
Baweriyekî kûr bi azadiya siyasî weke “Ploralîzm” an ku azadiya Partiyan û civînan û çêbûna belavok û medyayên azad û heta rexnegir.
Baweriya kûr ya PDKÎ bi çareseriya pirsan û yek ji wan pirsa netewî, ji rêka danûstandin û diyalogê ve, ku mixabin her ew bawera kur bi diyalogê bû, ku bûye sedema dana nirxên mezin jî bo wê Hizbê.
Parastina serbixweyiya siyasî û biryardanê yek ji mezintirîn şanaziyê wê Hizbê bûye, û dosateyetiyan bi berevajî dujminayetiya tu hêz û aliyekê di dîplomasî û peywendiya wê de nekariye bandor û giraniyê bêxe ser biryar û helwesta wê hizbê û siyasta serbixweya wê hindî libekê biribe jêr pirsyarê. 

Ew şanaziyanene ku PDKÎ û hemî endam û alîgir û bi giştî xelkê welatparêz yên Rojhilatê Kurdistanê pê dinazin û serfiraziyê pêwe dikin.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine