Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helebçe xala hevpar a hevxemiya neteweyî

21:09 - 29 Adar 2014

Çeko Ehmedî
26 sal bi ser karesta mirovî ya serdem, wate şehîdkirina pênc hezar kesî û bi hezaran birîndarî, ku mirov dikare destewajeya “Şehîdkirina Helebçeyê” jêre bi kar bîne, derbas dibe.

Her niha jî birîna wê karesatê, wekî rojên yekemîn bi êş û jan e, û hemû salekê bona çareseriya beşek ji vê birînê, li seranserê cîhanê ji aliyê Kurdan ve civîn û rêûresm birêve diçin, û her carê aliyek ji xesarên wê têne nîqaşkirin.

Yek ji biyavên herî giring ên vê karesatê ku bandora kûr ya nigatîv li ser derûna takên Kurd di hemû parên Kurdistanê de danî, û bê guman renge piştî yek yan çend nivşên din ji takên Kurd, hemû aliyeke vê pîlanê ku dest û rola gelek welatan têde bû, eşkere be, lê ya ku niha eşkere bûye, hebûna destê du welatên dagîrker û dîktator û bêrehm ên dijî Kurd di vê karesatê de ye.

Îraqê rasterast çeka kîmyavî bo qirkirina pênc hezar mirov û bi hezar mirovên din bi kar anî, û belge di dest de hene ku rejîma Îranê berî encamdana vê karesatê agehdar bûye.

Em dikarin qala çend xalan bo selmandina vê îdiaya xwe bikin. Di hemû wan cinayetan de ku rû dan, serbarê hebûna hêzên rejîma Îranê di wan herêman de, heya niha jî tu basek ji birîndar ya kuştina hêzên vê rejîmê di vê karesatê de nehatiye kirin, û cihê heyrîmanê ye ku hevdem di gel şehîdkirina Helebçeyê, hêzên komara Îslamiya Îranê hemû alav û hewcehiyên veguhastina birîndaran ber bi Îranê û propagendekirina bi vî karî di ber destên wan de hebû, û xwe wekî mirovdost û bi rehm li hemberî gelê Kurd de nîşan didan, û mixabin beşeke berçav ji civaka cîhanê jî, bawerî bi vê yekê kirin.

Di yekem dema rûdana vê jînosaydê li hemberî gelê Kurd de, kamêravanên rejîma Îranê ku weha dixuye ku kesên şareza di biyavê çêkirina fîlman de bin, pêştir bo bûyereke bi vî rengî, xwe amade kiribin, û çavnihêrê vê bûyerê û fîlmhilgirtina ji vê bûyerê bibin.

Ew fîlmên ku ji ragehandinên giştî ên rejîma Îranê ve bilav bûn, her hemû şarezabûna wan di çêkirina fîlaman de nîşan didin, ku renge berî çêkirina wan, sînaryoya wan hatibe nivîsandin.

Ya ku rû da, karesatek rastîn û jînosayd bû, û berhema kiryara rejîmeke dijî mirov bû, û encama xweragirî û azadîxwaziya neteweyeke belengaz bû, û nîşanderê sat û sewdaya navdewletî û zalbûna berjewendiya aborî û pêwendiyên navdewletî bi ser hemû mafên mirovan û canê mirovan de bû. Para herî zaf ya welatên cîhanê, bo şermezarkirina vê tawana dijî mirovî, di yekemîn dem û rojan de, xwe mat û kerr kirin, û bi parêz ve amaje pê kirin.

Lê li hember de, xwîşk û birayên xelkê Helebçeyê li aliyê din ê sînorê welat, di Kurdistana Îranê de, serbarê hemû xemsariya mezinhêzên cîhanê, di hemberî vê karesatê de, bi dilekî vekirî û himbêzek germ, wekî carên pêştir, û heta piştre jî, bûne piştevan û xemxorê xelkê Kurdistana başûr, û niha jî yad û bîranîna wan şehîdan ji aliyê xelkê Kurdistana Îranê ve bilind dinirxînin, û rêz jê digrin, û hewce ye ku di hemû parên Kurdistanê de, wekhev hevxema karestatên hevdu bin, û yekneteweyî, yek kulturî, û xwe bi şirîkê hevduzanînê di dema karesatan de, di dil û derûna hemû takên Kurd de, reng bide.