Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwesta girtiyên siyasî yên Kurd derheq Kobanê

14:04 - 13 Çirriya pêşîn 2014

Kurdistanmedia: Girtiyên siyasî yên Kurd li Kurdistana Rojhelatê bi gireva birçîbûnê û derxistina daxûyaniyekê piştîwaniya xwe bi Kobanê re ragehandin.

Li gorî rapora malpera Kuerdisrtanmedia, piştî pêşweçûna çeteyên DAÎŞ’ê di nav xaka Kobanê û dorpêç kirina wî bajarî ji aliyê wan terorîstan ve, girtiyên siysî yên Kurd di girtîgehên rejîmê de, piştîwaniya xwe bi Rojava, bi xasmanî Kobanê re ragehandin.

Girtiyên siyasî yên Kurd bi gireva birçîbûnê û derxistina daxûyaniykê destek dana xwe bi Kobanê re ragehandin û kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê protesto kirin.

Derxistina daxûyaniyê ji aliyê berpirsên rêxistina mafên mirovê yê Kurdistanê li girtîgeha Êvîn a Tehranê derheq Kobanê

Roja Çarşemî 1’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, Muhemmed Sidîq Kebûdwend, berpirsê rêxistina berewanî kirin ji mafên mirov li Kurdistanê, di daxûyaniyekê di girtîgeha Evîn de, daxwaz ji civaka cîhanî kiribû, berewanî ji çêbûna karesateke mirovî li Kobanê bigrin û çare rêyekî bo rizgar kirina Kobanê bibînin.

Di pişkek din a wê daxûyaniyê de hatiye :”Ey wicdanên şar û nemirî yên cîhanê: “Çeteyên terorîst yên DAÎŞ’ê ku niha kuştin û cinayetên nû di Kobanê de tînin holê, berî vê hindê ku ev bajare bikeve dest DAÎŞ’ê û karesateke mirovî çê bibe, hewara sivîlê û xelkê dorpêç kirî yê Kobanê de herin û wî bajarî rizgar bikin.
Piştî du dehikan li girtîgehê, gêrtiyên siyasî yên Kurd li zîndana Yezd, piştîwaniya xwe ji Kobanê re ragehandin

Girtyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî a bajarê Yezd,piştî şer û pevçûnên dijwar li Kobanê û koçberbûna xelkê wî bajarî, bi gireva birçîbûnê, destekdana xwe bi Kobanê re ragehandin û girûpa terorîst a DAÎŞ’ê şermizar kirin.

Muhemmed Muradî, Elî Salihî, Walî Dirudî û Umer Îmamî, 4 girtyên Kurd yên Girtîgeha Yezdê ne ku 18 sal e bê çav pêkevtin û îzin pêdan di hepsê de ne.

Girtiyên navbirî bi gireva birçîbûnê, destekdana xwe bi Kobanê re îlan kirin.

Girtiyên siyasî li 8 girtîgehên Îranê, bi durişma “Kobanê ne bi tenê ye” ketin gireva birçîbûnê

Zîndaniyên siyasî yên kurd di helwesteke hevpar de û bi awayekî sembolîk, piştîwaniya xwe bi Kobanê re ragehandin.

Gêrtiyên siysî yên kurd di 8 gêrtîgrehên Îranê de wek, Urmiye, Besnder Ebas, Bender Linge, Miyanduav, Qurwe, Recayî Şehr û Sine, Bi silogana “kobanê ne bi tenê ye destek dane Kobanê

Girava birçîbûna gêrtiyên siyasî yên Kurd di wan zîndanan de, roja Sêşemî 7’ê Çiriy Pêşîn heya roja Înê 10’ê heman meha a 2014’an dom kir.

Gêrtyên siysî yên wan girtîgehan roja şemî 11’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, bi derxistiina daxuyaniyekî, serbarê dubarekirina piştîwanî kirina xwe ji xelkê Kobanê û Rojavayê Kurdistanê, dest ji girava birçîbûnê hêlan.

Derxistina daxûyniyek ji aliyê girtiyên siysî yên kurd li girtîgeha Urmiyê bi armanca destek dan bi Kobanê

Roja Înê 10’ê Çiriya Pêşîn a 2014’an, hejmarek girtiyên siysî yên kurd li gitrtîgeha navendî a Urmiyê, bi derxistina daxuyaniyekî serbarê daxazkirina hemû aliyane bo alîkarîkirina Kobanê, piştîwaniya xwe bi wî bajarî re ragehandin.

Berpirsin daxûyaniyê daxwaz ji hemû Kurdistaniyan kirin ku bi her awayekî destekê bidin Kobanê, herwisa ji civaka Nawneteweyî a mafên mirov li Îranê û derveyî Îranê jî xwestin, hember êrîşên DAÎŞ’ê bi ser Kobanê bêdeng nemînin.